Nobeta Edaletê di roja 357’an de li Dîlokê berdewam dike 2022-02-28 11:24:45     DÎLOK - "Nobeda Edaletê" ya Emîne û Ferît Şenyaşar di roja 357'an de li pêş deriyê Dadgeha Îstînafê ya Dîlokê didome.    Emîne û lawê wê Ferît Şenyaşar ku di 14'ê hezîrana 2018'an de 3 ferdên malbata wan ji aliyê parastvan û xizmên Parlamenterê AKP'ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin kuştin di 9'ê adara 2021'ê de li ber Edliyeya Rihayê "Nobeda Edaletê" dabûn detpêkirin. Nobeta Edaletê ya malbatê ku dabûn destêkirin îro di roja 357'an de li pêş deriyê Dadgeha Îstînafê ya Dîlokê berdewam dike.   Emîne û lawê xwe Ferît îro bi pankarta  “ Du zarokên min û hevserê min li nexweşxaneyê hatin qetîl kirin! Ji vê bûyerê yel girtî tune! Bi talîmatan kurekê min 4 sal in di hucreyê de tê girtin. Ez dixwazim kurê min demildest were tehlîyekirin!” li ser nivîsandî vekirin.   Ferît derbarê mijarê de axivî û destnîşan kir ku heta edalet pêk neyê û birayê wî Fadil Şenyaşar serbest neyê berdan ew ê dev ji nobeta xwe bernedin. Ferît, wiha berdewam kir: “ Dosyaya ku birayê min jê tê darizandin, niha li Dadgeha Îstînafê ya Dîlokê tê sekinandin. Ji vir û şûnde em ê di çend rojên diyar ên hefteyê de çalakiya xwe li ber deriyê Dadgeha Îstînafê berdewam bikin.“   Piştî daxuyaniyê malbat bi parêzerê xwe Bulent Dûran re çû daxwaznameyê bide Dadgeha îstîsnafê û dö daxwaza berdana Fadil Şenyaşarê bike.