Piştî Mutabakata Dolmabahçeyê 8 sal: Di alî Tirkiyeyê de windahiyek dîrokî 2022-02-28 09:03:30     Dîlan Babat   ENQERE - Gulîstan Koçyîgît a HDP’yî da zanîn ku mutabakata Dolmabahçeyê ji aliyê AKP û hêzên kûr ve hat tunekirin û got: “Mutabakata Dolmabahçeyê di alî Tirkiyeyê de windahiyek dîrokî bû. Ev şans ji aliyê AKP û hêzên kûr ve hat wêrankirin.”   Di ser Mutabakata Dolmabahçeyê ku bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re di 3’ê Çileyê 2013’an de bi navê ‘pêvajoya çareseriyê’ hat destpêkirin û ji aliyê AKP’ê ve di 24’ê Tîrmeha 2015’an de hat rakirin, 8 sal derbas bû. Mutabakat ji 10 xalî pêk dihat û di alî fermiyeta pêvajoya çareseriyê de gelek girîng bû.    Ji bo Mutabakata Dolmabahçeyê ji rayagiştî re bê deklerekirin di 28’ê Sibata 2015’an de heyeta Îmraliyê û rayedarên hikûmetê ku wezîrê karê hundir ê demî Efgan Ala, cigirê serokwezîr Yalçin Akdogan, serokwekîlê koma AKP’ê Mahîr Unal û endamên heyeta Îmraliyê ya HDP’ê Sirri Sureya Onder, Pervîn Buldan û Îdrîs Baluken jî hebû di ofîsa serokatiya li Dolbahçeyê hatin cem hev û deklerasyona ji 10 xalî pêk dihat aşkera kirin.   Piştî înkarkirina Mutabakata Dolmabahçeyê li Tirkyeyê astengiyên cidî derketin pêşberî demokratîkbûnê. Astengkirina hevdîtinên bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re, plana têkbirinê ya xistin dewrê, komkujiyên li Amed, Pirsûs û Enqereyê, doza girtina li hember HDP’ê û doza Kobanê, van hemû Tirkiye ber bi kaosê ve bir.   Girtiyên siyasî ketin greva birçîbûnê   Piştî qedexeya hevdîtinê ya di 27’ê Tîrmeha 2011’ê de dan Abdullah Ocalan, tecrîda giran jî berdewam kir. Girtiyên PKK û PAJK’ê di 12’ê îlonê de bi armanca astengiyên li pêş hevdîtinan bê rakirin greva birçîbûnê dan destpêkirin û di encama grevê de pêvajoya çareseriyê ya du sal û nîvan berdewam kir, hat destpêkirin.   Ji Abdullah Ocalan hişyariya provakasyonê   Abdullah Ocalan di hevdîtina bi heyeta Îmraliyê de bal kişand ser provakasyonên ku wê pek bê û wiha got: “Ev 14 sal in ji bo min têk bibin hewl dan. Ji bo îmhakirinê hatin û wê bên. Yên ku wê bixwazin vê pêvajoyê sabote bikin jî hebin. Di her civîna li vir de windahiyên gerîla tên ragihandin. Wisa peyamê didin. Zîhniyeta darbekar wê  hewl bide pêvajoyê sabote bike.”   Komkujiya Parîsê   Di pêvajoya ku bi Abdullah Ocalan re hevdîtin berdewam dikirin de di 9’ê Çileyê 2013’am de li Parîsê sê siyasetmedarên jin ên kurd Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan hatin qetilkirin. Gumanbarê komkujiyê Omer Guney biguman li girtîgehê mir û xwestin komkujiyê di tariyê de bihêlin.   Peyama dîrokî ya Newroza Amedê   Tevî provakasyonên li hember pêvajoyê Abdullah Ocalan hewldanek mezin da û nameyek wek peyama dîrokî şand Newroza Amedê ya 2013’an. Bi milyonan kesî berê xwe dan Newroza Amedê. Abdullah Ocalan bi peyama 'Bila çek êdî rawestin, fikir biaxivin. Paradîgma modernîst a înkar dike tune dike serobino bû. Guh bidin vê banga min; Demek nû dest pê dike. Ne çek, siyaset' dertê pêş.   PKK’ê li ser banga Abdullah Ocalan pêvajoya vekişînê da destpêkirin. Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê Murat Karayilan di 8’ê Gulanê de diyar kir ku wê vekişîn dest pê bike û koma ewil di 19’ê Gulanê de gihişt Qendîlê. Lê ji ber hikûmetê pêngavên qanûnî neavêt, KCK’ê di 9’ê îlonê de da daxuyand û got vekişîn sekiniye lê wê di pozîsyona agirbestê de bin.   Bûyerên 6-8’ê cotmehê   Di 2014’an de DAIŞ ket Kobanê û gelê kurd bertekên mezin nîşan da. Li her derê welat bûyerên 6-8’ê cotmehê hatin jiyîn û bi peyama Abdullah Ocalan bûyer rawestiyan. Abdullah Ocalan di 21’ê cotmeha 2014’an de diyar kir ku ji 15’ê cotmehê şûnde ketine astek nû. Lê AKP’ê di 30’yê cotmehê de plana têkbirinê xist dewrê.   Di 2015’an meha Sibatê de li Îmraliyê du hevdîtinên krîtîk pêk hatin. Ya yekem di 4’ê Sibatê de pêk hat û Musteşarê Ewlehiya Cemawerî û rayedarekî dewletê tevlî bû. Ya duyemîn jî di 27’ê sibatê de rojek beriya îmzekirina mutabakata Dolmabahçeyê pêk hat.   Sînyala bidawîkirinê   Rojek piştî Newrozê di 22’yê Adara 2015’an de serokomar ku ji Ukraynayê vedigeriya ji rojnamegeran re axivî û diyar kir ku li Dolmabahçeyê du metnên ji hev cuda hatine xwendin û daxuyaniya hatiye dayîn rast nabîne û got li dijî heyeta şopandinê ye.   Heyeta Îmraliyê cara dawî di 5’ê Nîsana 2015’an de bi Abdullah Ocalan re hevdîtin kir. Bi komujiyên Amed, Pirsûs û Enqereyê, êrîşên li hember Qendîl û kuştina du polîsan, pêvajoya pevçûnê vegeriya.   Qedexeyên derketina derve   AKP’ê di 7’ê Hezîranê de Plana têkbirinê xist dewrê. Hikûmet di 1’ê Mijdarê de ji nû ve çû hilbijartinê. Li gorî raporên TÎHV’ê di qedexeyên derketina derve ya ji 16’ê Tebaxa 2015’an dest pê kir û heta 18’ê Adara 2016’an berdewam kir, 72 jê zarok 62 jê jin bi giştî 310 sivîlî jiyana xwe ji dest dane.   AKP’ê OHAL xist dewrê û ji bo 400 parlamenterî pêvajoya çareseriyê qedand û piştre jî li hember HDP’ê furya binçavkirinê da destpêkirin. Di nav de hevserokên HDP’ê û gelek siyasetmedarên HDP’ê hîna jî girtîne. Her wiha li dijî kaosê girtî ketin grevê. Bi pêşengiya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven li hemû girtîgehan grev hat destpêkirin. Plana têkbirinê niha bi rakirina destnedanên parlamenteran, doza girtina HDP’ê û doza Kobanê, her wiha bi polîtîkayên îmhakirina gelê kurd didome.   ‘Mutabakat xwedî girîngiyek dîrokî bû’   Parlamentera HDP’ê ya Muşê Gulîstan Koçyîgît der barê mijarê de axivî û da zanîn ku mutabakat nokteya herî girîng a pêvajoya çareseriyê bû û wiha vegot: “Mutabakat ne tenê ji bo gelê kurd bû, bi taybet li ser gelê kurd nedisekinî. Ji bo demokratîkbûna hemû Tirkiyeyê bû. Ji bo çareseriya pirsgirêka kurd bû. Yek ji sernavên herî girîng a mutabakatê banga der barê çekdanîna PKK’ê bû. Mutabakat gelek girîng bû. Piştî vê hikûmetê bi daxuyaniyên xwe mutabakat erênî dît. Lê heta ku hilbijartin winda kirin. Piştre jî şer û pevçûnan dest pê kir.”    ‘AKP hêviya aştiyê îstîsmar dike’   Gulîstanê di berdewamiyê de destnîşan kir ku hikûmeta AKP’ê li Tirkiyeyê yek ji hikûmetên herî pragmatîst e û wiha daxuyand: “Ya herî girîng jî ev e ku AKP ji bo berjewendiyên xwe helwestê diguhere. Di terza siyaseteke ku rêgazên wan tune de, ji xwe re hedef dane pêş xwe. An jî wisa siyasetê dikin. Birêz Ocalan demokratîkbûna pirsgirêka kurd ji xwe re kiriye armanc û girîngiyê dide demokratîkbûna Rojhilata Navîn. Ji bo vê kedê dide. Çareseriyê pêş dixîne. Li dijî vê hikûmeta AKP’ê, bi lîstikan hêviya aştiyê ya gelê kurd îstîsmar dike.”   ‘Helwesta xwe danî holê’   Gulîstanê balkişand ser qetilkirina sê siyasetmedarên kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez û wiha gotinên xwe domand: “Dema di 9’ê Çileyê de li Parîsê komkujî çêbû Birêz Ocalan maseya aştiyê nequlipand. Ew komkujî provakasyona herî mezin bû, li hember pêvajoya aştiyê bû, mudaxaleya herî mezin bû. Tevî mudaxaleyên din ên mezin Birêz Ocalan her carê hewl da pêvajoya aştiyê pêş bixîne pirsgirêka kurd çareser bibe. Di vê mijarê de helwestek gelek xurt danî holê. Di nokteya çareseriya pirsgirêka kurd de bi biryar bû. Lê tevî hemû hewldan û israrên wî, AKP’ê rêya pevçûnê diyar kir.”   ‘Li ser neçareseriyê li hev kirin’   AKP’ê bi plana têkbirinê ya di 2014’an de di civîna MGK’ê de kirin dewrê, qedandina pêvajoya çareseriyê kir hişê xwe û wiha dirêjî da axaftina xwe: “7’ê Hezîranê di vî alî de dîrokek girîng e.  AKP’a ku winda kir, HDP wek tehdîda mezin dît. Ne tenê AKP, hêzên kûr jî alarma sor dan. Mutabakata Dolmabahçeyê di alî Tirkiyeyê de windahiyek mezinb û. Şansek mezin bi destê AKP û hêzên kûr hat wêrankirin.”