ROJEVA 28'Ê SIBATA 2022'YAN 2022-02-28 09:00:00     *Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di peyamên ji bo jinan ên der barê di 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de şandiye de xebatên xwe yên di esasa azadiya jinê de wek ‘xebata herî destanî ya Rojhilata Navîn’ vedinasîne. Her wiha diyar dike ku jin bi têkoşînê dikarin bi hişmend û îrade bin.   *Hevseroka DFG’ê Dîcle Muftuoglu da zanîn ku çavkaniya êrîşên li hember rojnamegerên herêmê ji pirsgirêka Kurd diqewime û wiha got: “Kevneşopiyek rojnamegerên Kurd a ji Apê Musa, Gurbetellî Ersoz, Denîz Firatan tê heye. Rojnamegerên kurd mirinê didin ber çavan û li  pey heqîqetê diçin.” DÎMEN HEYE   *Gulîstan Koçyîgît a HDP’yî da zanîn ku mutabakata Dolmabahçeyê ji aliyê AKP û hêzên kûr ve hat tunekirin û got: “Mutabakata Dolmabahçeyê di alî Tirkiyeyê de windahiyek dîrokî bû. Ev şans ji aliyê AKP û hêzên kûr ve hat wêrankirin.”   *Endama Meclîsa Şaredariyê ya HDP’ê Songul Barcadurmuş Solmaz der barê 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de axivî û da zanîn ku di hemû bernameyên ku wê pêk bînin de hedefa wan ev e ku xwe bigihînin hemû jinan û tiştên dijîn parve bikin. DÎMEN HEYE   *Hiqûqnasan diyar kirin ku rapora ku ATK’ê der barê siyasetmedara kurd Aysel Tugluk de ya weke ‘dikare di girtîgehê de bimîne’ daye, pêkanînek polîtîk a ne li gorî etîka hiqûq û tipê ye. Hiqûqnasan her wiha ji bo berdana Ayselê banga hewldanên pêwist li Yekitiya Baroyê kir. DÎMEN HEYE   *Li Mexmûrê 14'emîn mîhrîcana çand û werzişî ya ku bi salane bi minasebeta pîrozkirina rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, ji aliyê saziya perwerdeyê ve tê lidarxistin bi coş û kelecaneke mezin dest pê kir. Têkildarî mîhrîcanê hevberdevka atolyeyê ya Ş.Delîla Hêvî Buldan wiha got:"Bi hunera xwe em rojbûna Rêberê xwe pîroz dikin"DÎMEN HEYE