TJA: Wateya jinê ya jiyanê nirxên me ji nû ve ava dike 2022-02-27 14:02:16     ENQERE - TJA ya ku peyam ji kongreya DBP'ê re şand got:"Hêz û wateya jinê xwedî li nirxên me yên mirovatiyê yê li her qada dîrokê xwedî derdikeve û ji nû ve ava dike."   6'emîn Kongreya Asayî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) li Navenda Kongre û Çandê ya Nazim Hîkmet pêk tê. Eywana kongreya ku bi dirûşma "Bi Civaka Rêxistinbûyî Ber bi Jiyana Azad ve" tê lidarxistin tije bûye. Eywana kongreyê bi alên DBP'ê hatiye xemilandin. Her wiha li eywanê pankartên bi kurdî tirkî yên mîna "Yekitiya neteweyî ne bijarteyeke, mecbûrî ye" , "Em bi israr in ku bi hişmendiya neteweya demokratîk siyasetê bi rêxistin bikin" û "Jiyaneke demokratîk, ekolojîk û azadiya jinan" hatin daliqandin. Gelek sazî û dezge beşdarî kongreyê bûn.   TJA'yê jî peyama xwe ji bo kongreyê bi rê kir.    TJA'yê wiha got:"Hêz û wateya jinê xwedî li nirxên me yên mirovatiyê yê li her qada dîrokê xwedî derdikeve û ji nû ve ava dike."   Herî dawî silavê Aysel Tugluk ji bo kongreyê hat ragihandin.