6'emîn kongreya DBP'ê dest pê kir 2022-02-27 11:45:55     ENQERE - Kongreya 6'emîn a DBP'ê bi dirûşma "Bê Serok jiyan nabe" bi coş dest pê kir.    Bi hezaran kesî ji bo 6'emîn Kongreya Asayî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) berê xwe dan Navenda Kongre û Çandê ya Nazim Hîkmet. Eywana kongreya ku bi dirûşma "Bi Civaka Rêxistinbûyî Ber bi Jiyana Azad ve" tê lidarxistin tije bûye. Eywana kongreyê bi alên DBP'ê hatiye xemilandin. Her wiha li eywanê pankartên bi kurdî tirkî yên mîna "Yekitiya neteweyî ne bijarteyeke, mecbûrî ye" , "Em bi israr in ku bi hişmendiya neteweya demokratîk siyasetê bi rêxistin bikin" û "Jiyaneke demokratîk, ekolojîk û azadiya jinan" hatin daliqandin.    Jin bi kincên xwe yên herêmî û bi temeziyên rengên kesk, sor û zer li ber muzîkê govend digerînin. Gelek jin jî bi rengên kesk, sor û zer tevlî kongreyê dibin. Bi hezaran kesên ku ji bajarên cuda yên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hatine kongreyê bi dirûşmên “Bê Serok jiyan nabe”, “Bijî berxwedanan zindanan”, “Jin, jiyan azadî”  cihê xwe di kongreyê de digirin.    Kongre bi gerandina govendê berdewam dike.