'Heke edalet tunebe, civak di bin zexta zaliman de ye' 2022-02-27 11:39:46     RIHA - "Nobeda Edaletê" ya Emîne û Ferît Şenyaşar a li ber edliyeya Rihayê di roja 356'an de didome. Emîne û Ferît li ser hesabê medyaya dîjîtal ev tişt gotin:"Heke edalet tunebe, civak di bin zexta zaliman de ye."   "Nobeda Edaletê" ya malbata Şenyaşar ku di 14'ê hezîrana 2018'an de 3 ferdê wê ji aliyê parastvan û xizmê Parlamenterê AKP'ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin kuştin û di 9'ê adara 2021'ê de li ber Edliyeya Rihayê da detpêkirin di roja 356'an de berdewam dike. Ji ber ku dawiya hefteyê ye Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar nobeda xwe li mala xwe ya li navçeya Pirsûsê didomînin.    Malbatê, li ser hesabê xwe yê twîterê hesabê Wezîrê Edaletê Bekîr Bozdag û Wezareta Edaletê etîket kir û ev parvekirin kir: "Li welatekî ku daraz lê ne serbixwe be, ne tenê kesên girtî azadiya xwe winda dikin. Heke edalet tunebe, hemû civak di bin zexta zaliman de ye. Kesê rizayê nîşanî zilmê dide mîna kesê zilmê dike ye."