Parêzer Asli Pasînlî: Di guherînan de gotina jinê tune ye 2022-02-27 09:05:31     Şehrîban Aslan   AMED - Parêzer Asli Pasînlî 6’emîn pakêta darazê nirxand û got di sererastkirinên der barê jinan de fikra jinan nayê girtin û careke din jin tune tên hesibandin.   Desthilatdariya AKP-MHP’ê di polîtîkayên dijminahiya jinan de israr dike. Jin li dijî pêkanîna nefeqeyê ya ku wê di çarçoveya 6’emîn pakêta darazê de ji nû ve bê sererastkitin, bertek nîşan dan. Jinan diyar kirin ku bi gotinên desthilatdariyê pêşî li şîdetê vedike û jinan mahkûmê mêr û mala ku şîdetê lê dibînin dikin.   Parêzera Baroya Amedê Asli Pasînlî der barê mijarê de axivî û got li Tirkiyeyê tevgereke jinan a helwesta xwe zelal nîşan dide heye û divê jin tevlî her sererastkirinê bê kirin.   ‘Nefeqe mafekî civakî û kevn e’   Asliyê da zanîn mafê nefeqeyê civakî û kevn e û  wiha vegot: “Ev maf bi destberdanê re tê dayîn. Ev dîroka wê pir dirêj e. Tê gotin heta hiqûqa Roma kevn, îslam, Yewnana kevn û hiqûqa Misirê diçe. Li Tirkiyeyê jî ev maf bi heman awayî hatiye dayîn. Di 1926’an de Qanûna Medenî ya ji Swîsreyê hatiye girtin û dema li Tirkiyeyê dema Qanûna Medenî hatiye amadekirin mafê nefeqeyê ketiye qanûnê. Di 1988’an de îbareya nefeqeya bêdem hatiye û di 2002’yan de bi guherînê re sererastkirina niha ketiye meriyê.   ‘Yekem car di 2001’ê de hat nîqaşkirin’   Asliyê destnîşan kir ku nîqaşa mezin a li ser nefeqeyê ji bo bêdem bibe hatiye kirin û got: “Li Tirkiyeyê ev 10 sal in der barê nefeqeyê de nîqaşên cidî hatin kirin. Ev çine; Dibêjin bêdembûna nefeqeyê mêran mexdûr dikin, ceza dikin. Ev nîqaş yekem car di 2001’ê de hat kirin û Dadgeha Hiqûqnasî ya Kestel Asliye ji bo nefeqe bê dem be bir Dadgeha Destûra Bingehîn. Dadgeha bilind 10 sal berê derbarê mijarê de biryar da. Di biryarê de hat gotin nefeqeya bêdem ne mexduriyete, ji bo jinan qezenc e, rewşa binpêkirinê dernaxe holê.”   ‘Daxuyaniyek bêtalih bû’   Asliyê diyar kir ku jinan li dijî guherînên ku hewl hat dayîn bên kirin, her tim dengên xwe bilind kirin û di 2019’an de Ji Daîreya Hiqûqî ya Duyemîn a Dadgeriyê Omer Ugur Gencan daxuyanî da ku divê nefeqe ne bê dem be. Asliyê da zanîn ku ev daxuyaniyek talih ya ku bandor li objektîfiya darazê dike ye.   ‘Dixwazin pêşî li destberdanan bigirin’   Asliyê di berdewamiyê de wiha anî ziman: “Nefeqeyên mijara gotinê ne di esasê de ne rêjeya ku hatiye diyarkirinê ye. Berovajî vê ne di asta ku jin jiyana xwe pê îdiame bike ye. Der barê vê de jî gelek xebat hatin kirin. Yek saziyên xebat meşand Baroya Amedê bû. 2097 dosyayên dozê hatin lêkolînkirin û  rêjeyên nefeqeyên normal hatin diyarkirin. Di vir de mijara esas ev e ku dixwazin pêşî li destberdanan bigirin û bi şîdeta li Tirkiyeyê re neyên rû hev.  Şîdeteke li ser jinan a divê em pê re bên rû hev heye. Yanî di demek kurt de destberdan nayê wateya ku şîdet ji holê radibe. Ger ku niyetek wan a çareserkirina pirsgirêkan hebe, pevçûnên mezin di dozên rejîma mal de tên jiyîn û gelek jin nikarin tu tiştekî ji mêran bigirin. Ji ber vê jî mêr jinan dikujin. Ji ber ev hemû ne li gorî mêran e, şîdet giran dibe. Hêviya me ev e ku rojên ku em mafê nefeqeyê neparêzin bên. Rojên ku em ne hewcedarê 300-400 TL bin biijîn.”   Rêxistinên jinan dawet nekirin   Asliyê di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku tevgera li Tirkiyeyê tevgerek pir xurt e û dema cih tê helwesta zelal datîne holê û wiha dawî lê anî:”Di salên dawî de gelek jin hatin qetilkirin. Her roj herî kêm 3 jin tên qetilkirn. Rêxistinên jinan hewl didin çareseriyê pêk bînin. Dema ku der barê jinan de guhertinek girîng bê kirin divê jin bên dawetkirin. Rêxistinên jinan bên dawetkirin. Lê mixabin der barê me de tu gotin nayê ziman. Jin carek din tune tên hesibandin.”