‘Kiryar Burak Ercan tê parastin’ 2022-02-27 09:01:49     Rojda Aydin     ŞIRNEX - Parêzerê zarokên ku bi taciza Burak Ercan re rûbirû mayî, serokê Baroya Şirnexê Rojhat Dîlsiz, diyar kir ku lêpirsîneke berfireh nehatiye kirin û got: "Di her rûniştina dozê de me dît ku bersûc çiqasî rehete. Diyare ku ev kes hêzê ji cihekî digire û li gor talîmatan tevdigere. Di îdiayên bi vî rengî de ev kes nayê girtin û li Stenbolê peywira xwe didomîne. Lê em ê ji bo girtina wî berxwedana xwe bidomînin."      Burak Ercan ê ku li Lîseya Anadolu ya li navçeya Cizîra Şirnexê peywirdar bû ku di heman demê de jî nûnerê dibistanê û Egitîm Bîr - Sen a ku Girêdayî Memûr-Senê ye, bi peyamên telefonê nêzî 40 xwendekarên zarok taciz  kiribû. 3'yemîn daneşîna wî li 1'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Cizîrê di 21'ê Sibatê de hat dîtin. Darizandina wî 3 sal û nîv şûnde dest pê kir. Burak di vê pêvajoyê de tayînî dibistaneke Stenbolê hat kirin.    Ji parêzerên zarokan Serokê Baroya Şirnexê Rojhat Dîlsîz, derbarê pêvajoya dozê, nêzîkatiya dozê û mutaalaya hat dayîn de nirxandinan kir.   ‘38 xwendekar gilî kirin’   Rojhat, îstîsmara zayendî ya li ser zêdetirî 40 xwendekaran weke “bûyereke giran” bi nav kir û diyar kir ku ev bûyer di nav civakê de bûye sedema hêrseke giran. Rojhat, bi bîr xist ku li ser giliyên xwendekaran bûyer derketiye holê û wiha domand: “Zêdeyî 3 sal û nîv derbas bû, lê bersûc Burak Ercan weke ku di dosyayê de ligel hemû delîlan cih girtiye jî tu gav nayê avêtin. Li gor şert û mercên heremê jî zehmet e ku jinek ciwan di derbarê mamosteyê xwe de gotinek wiha bide. Ligel vê jî nêzî 38 kesan diyar kir ku Burak Ercan di demên cuda de aşkere kirin ku tacîzê li wan kiriye. Wê demê di dema lêpirsînê de em rastî berxwedanekê cidî hatin. Li gor agahiyên ku ji me re hatin ev kes tê parastin. Di nav sê û nîv û çar salan de ku min behs kir de ev gumanên me şênbertir bûn. Divê Buran Ercan ji peywirê bihata dûrxistin û avêtin û girtin.”   ‘Lêpirsînek berfireh nehat kirin’   Rojhat, diyar kir ku di vê qonaxê de pêvajoya lêpirsînê bi giranî rehet bûye û lêpirsînek berfireh nehat kirin û wiha bi lêv kir: "Di encama vê lêpirsînê de diviyabû îdîanameyek pir berfireh bihata amadekirin, mixabin tenê ji ber sûcê ‘tacîza zayendî’ doz hat vekirin û doz li Dadgeha Cezayê Esliye hat vekirin. Wê demê di encama hewldanên me yên li Dadgeha Cezayê Esliyeyê de îtîrazên me yên ku ev yek îstîsmar e û divê cezayê giran bê dîtin û îtîraza me hat qebûlkirin. Doz li dadgeha cezayê giran hat dîtin û heta niha sê daneşîn hatin dîtin. Lê belê ev pêvajoya darêzê me dilşad nekir. Şahid û xwendekar hatin. Ligel îfadeyên şahidan jî bersûc nehat girtin. Her wiha di dozê de bersûc Burak Ercan di dozê de bi awayek israr anî ziman ku di encama komloya rêxistinê de ev pêvajo hatiye jiyîn. Lê belê li dijî van hemû gotinan jî di dosyeyê de delîl û peyamên hatine avêtin hene. Her wiha dîsa bi rêya mamosteyekî ji aliyekî wî, ji bo xwendekar ji giliyên xwe paşve bikişînin  zextan dike.”   ‘Mutaalaya hatiye avakirin em qebûl nakin’   Rojhat, bi lêv kir ku ligel hemû delîlên şênber jî dozgeriyê ji ber sûcê sabît ê “tacîza zayendî” mutaala amadekiriye û got ku ew ê vê mutaalayê qebûl nekin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Armanca me ew e ku kesê di vê civakê de îstîsmarê li xwendekar û jinan dike cezayê ku heq dike bê dayîn. Kesekî bi vê rengî ku xwendekaran bi êrîşa zayendî re rûbirû hîştiye çawa li dibistanek din perwerdehiyê dide zarokên dinê û em ji ber vê rewşê bi fikar in. Ji ber ev qas tiştên hatine jiyîn divê ev kes ji kar bihata avêtin û girtin. Lê belê di vê pêvajoyê de tu gavên pêşketinê nehatin avêtin. Ligel ev qas delîlên şênber em vê mutaalayê qebûl nakin û ev tişt me tetmîn nake. Em ê îfadeyên xwe yên nivîskî bişînin dadgehê. Ger encama ku em dixwazin bi dest nexin, wê demê em ê dosyeyê bibin dadgehên bilind. Em naxwazin ku bibêjin ev kes ji aliyê dadgehê ve tê parastin û çavderî kirin.   ‘Daxwazên me yên girtinê hertim tên redkirin’   Rojhat, destnîşan kir ku heta niha 3 daneşînên dozê hatine dîtin û wiha pê de çû: “Di her rûniştina dozê de me dît ku bersûc çixwasî rehete. Gelek diyare ku ev kes hêzê ji cihekî digire û li gor talîmatan tevdigere. Di bûyerên tacîzê de demildest lêpirsîn tên vekirin û kiryaran derdixin pêşberê darazê û tên girtin. Ji ber îfadeyên di dosyeya ku bi îdiayên bi vî rengî yên giran ve girêdayî ye jî, ev kes nayê girtin û li Stenbolê li dibistanekî de peywira xwe didomîne.  Her wiha xeynî vê dosyeyê derbarê bersûc de dosyeyek nû hatiye vekirin û di wê dosyeyê de jî îfadeyên 4 xwendekaran cih digire û îdîaname hat amadekirin. Daxwaza girtin û berxwedana me dê hertim berdewam bike.”   ‘Kiryar Burak Ercan tê parastin’   Rojhat, diyar kir ku kiryar Burak Ercan wekî kiryarên din tên parastin û vegot: “Li aliyê din rexneyên me yên cidî hebûn ku lêpirsîn û darizandinên di qezeyên wesayîtên zirxî de bi awayekî baş nehat kirin û kiryar nehatin darizandin. Ev dosye jî ber bi vê rewşê ve diçe. Bersûcên wek memûrên dewletê, leşker, polîs û mamosteyên ku êrîşê kirine, divê wekî hemû welatiyan ew jî cezayê pêwîst bigirin. Ger ku cezayê pêwîst nedin van kesan, wê demê ev yek hêzê dide wan ku vê tiştê bikin. Ev di civakê de pirsgirêkek mezin e. Ger hêzên dewletê neyên cezakirin wê demê ev tişt zirarê bide me û civakê. Di heman demê de, mexdûr wê nikaribin di tevahiya jiyana xwe de ji travmaya vê îstîsmarê xelas bibin û dê bandorê li jiyana wan bike.”   ‘Edalet li dadgehên Twîtterê de pêk tê’   Rojhat, dawiya axaftina xwe de bang li hemû kesî kir ku xwedî li rûniştina biryara daneşînê ya di 11’ê adarê de bê dîtin derbikevin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ji bo bersûc cezayê pêwîst werbigire em ê heta dawiyê têkoşîna xwe bidomînin. Ev bûyer di civakê de rayek giştî afirand. Hem di medyaya dijîtal, hem di nav saziyên sivîl û baroyan de hêrsek mezin çêbû. Her wiha di demên dawiyê de edaleta Twîttirê di rojevê de ye. Her çend di Twîtterê de di rojevê de be jî, dibe ku li gorî dadgehan de helwestek cuda bigire. Ji ber vê yekê li hemberî vê rewşê divê hemû kes bertekên xwe yên li hemberî vê rewşê nîşan bide da ku carek din bûyerên bi vî rengî neqewimin.”