ROJEVA 27'Ê SIBATA 2022'YAN 2022-02-27 09:00:00     *Parêzerê zarokên ku bi taciza Burak Ercan re rûbirû mayî, serokê Baroya Şirnexê Rojhat Dîlsiz, diyar kir ku lêpirsîneke berfireh nehatiye kirin û got: "Di her rûniştina dozê de me dît ku bersûc çiqasî rehete. Diyare ku ev kes hêzê ji cihekî digire û li gor talîmatan tevdigere. Di îdiayên bi vî rengî de ev kes nayê girtin û li Stenbolê peywira xwe didomîne. Lê em ê ji bo girtina wî berxwedana xwe bidomînin." BI DÎMEN      *Hevseroka HDP’a Mersînê Bedriye Kuş da zanîn  ku hedefa wan ev e ku di 8’ê Adarê de xwe bigihêjin hemû jinan û got rojeva wan a sereke tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan e. Bedriyeyê got wê bi hemû rengên xwe li qadan bin. BI DÎMEN     *Parêzer Asli Pasînlî 6’emîn pakêta darazê nirxand û got di sererastkirinên der barê jinan de fikra jinan nayê girtin û careke din jin tune tên hesibandin. BI DÎMEN     *Seroka giştî ya SEP’ê Guneş Gumuş tevgera leşkerî ya Rûsyayê ya li hember Ukraynayê daye destpêkirin nirxand û got Rusya ji aliyê NATO û DYA’yê ve hatiye sorkirin û Ukrayna jî di pozîsyonek ku bê xwarin de ye. Guneşê got di rewşa şerê navbera Rusya û Ukraynayê de bidome wê zemîna xesas a Tirkiyeyê xera bibe. BI DÎMEN