'Em ê her daîm zîhniyeta tecawizkar teşhîr bikin' 2022-02-26 16:45:12   WAN -TJA, Meclîsa Jinan a HDP'ê ya Wanê û Komeleya Jinan a STAR'ê, derbarê bûyerên tecawizê ya ku ji hêla cerdevanan ve pêk tê de daxuyaniyek da. Parlamentera HDP'ê Muazzez Orhan, da zanîn ku zîhniyeta tecawizkar şermezar dikin û got: "Em ê hewl bidin ku bila tecawizkar bên darizandin."    Tevgera Jinên Azad (TJA), Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Wanê, Komeleya Jinan a STAR'ê derbarê bûyerên tecawizê yên ku li Şaxê pêk tê de daxuyaniyek da çapemeniyê. Daxuyanî li gundê Konalgaya Şaxê hat dayîn. Parlamentera HDP'ê Muazzez Orhan, endamên Komeleya jinan a STAR'ê û gelek jin tevlî daxuyaniyê bûn. Her wiha şêniyên gund jî tevlî daxuyaniyê bûn.    Parlamenter Muazzez, bal kişand ser polîtîkayên taybet ên şer û got: "Zêdebûna asta şîdetê ji ber îqtîdarê ye. Bi leşker, polîs û cerdevanan polîtîkayên şer tê meşandin. Li hemberî bedena jin û zarokan ev polîtîka tê meşandin. Lê em tu carî li hemberî polîtîkayên bi vî rengî bêdeng nabin. Em ê bibin dengê jin û zarokan.   Em carek din zîhniyeta tecawizkar şermezar dikin. Em ê her daîm sûcên ku pêk tên teşhîr bikin û hewl bidin ku bila bên darizandin. Her wiha em ê şopdarên vê bûyerê bin."    Piştî axaftina Muazzezê daxuyanî bi dirûşma "Bijî berxwedana jinan" bi dawî bû.