Dayikên Şemiyê: Lêgerîna me ya edaletê dê bidome 2022-02-26 14:41:56   STENBOL - Di hefteya 883'yan de Dayikên Şemiyê carek din bangewaziya darizandina kujeran kirin. Malbata Cûneyt Aydinlar ê winda, da zanîn ku dê lêgerîna wan a edaletê bidome.    Çalakiya Dayikên Şemiyê ku ji bo dîtina kesên di dema binçavkirinê de hatine windakirin û darizandina kujerên wan dabûn destpêkirin, di hefteya 883’yemîn de berdewam kir. Çalakî, li ser online hat kirin û di çalakiyê de aqûbeta Cûneyt Aydinlar hat pirsîn ku di 20’ê sibata sala 1994’an de li Stenbolê hatibû binçavkirin û piştre jî hatibû windakirin.    'Em dev jî Qada Galatasarayê bernadin'   Di çalakiyê de dayika Cûneyt Aydinlar, Menekşe Aydinlar axivî û da zanîn ku kurê wê 28 sal berê di dema binçavkirinê de hate windakirin. Menekşe diyar kir ku ji wê rojê heta niha tu agahiyan ji kurê xwe nagire û wiha got: “Em, edaletê dixwazin û dixwazin ku zarokên me bên dîtin. Em ê dev ji Qada Galatasarayê bernedin.”   '7 salan li ser vê qeneqê li benda wegera Cûneyt ma'   Piştre jî birayê Cûneyt Aydinlar, Emrah Aydinlar axivî û ev tişt anî ziman: “Birayê min zanîngeh qezenc kiribû û di sala 1991’an de me jî ew bi serfiraziyeke mezin şand Stenbolê. Bi agahiya binçavkirinê re dest û lingên me şikestin. Piştî ku hatî windakirin, me gelek serlêdanên hiqûqî kirin lê tevek jî hatin redkirin, astengkirin. Em jî li benda hêviya vegera Cûneyt man. Dayika min, qenepeyek danîbû ber deriyê malê û 7 salan li ser wê qenepeyê li benda vegera Cûneyt ma. 28 sal derbas bûn lê Cûneyt nehat. Cûneyt, li ku ye?  Êdî taqet di dayika min de nema. Cûneyt, di şahî û şînên me de ne li cem me bû. Xwarzî û biraziyên wî bêyî dîtina wî mezin bûn. Ev êş, êşa me hemûyan e.”   'Dê lêgerîna me ya edaletê bidome'    Mamê Cûneyt Aydinlar, Recep Aydinlar jî di çalakiyê de axivî û diyar kir ku biraziyê wî di 23 saliya xwe de hatiye windakirin. Recep, destnîşan kir ku di bin çavan de îşkence li biraziyê wî hatiye kirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Piştre jî bi hinceta ‘hevrûkirinê’ birin û êdî venegerandin. Derheqê polîsan de dozên vala hatin vekirin. Lê dev ji wan dozan jî berdan. Her hikûmeta nû, sûcên hikûmeta berê dinixûme. Ev çandek e. Êşên me jî ji nifşekî derbasî nifşekê din dibin. Em dixwazin ku kesên ev êş bi me dayîne kişandin, bên darizandin. Dê lêgerîna me ya edaletê bidome.”    'Mirovekî ewqas îşkence lê hatiye kirin dê çawa bireve?'   Parêzera malbata Aydinlar, Eren Keskîn jî da zanîn ku qeyda binçavkirinê ya Cûneyt Aydinlar li gel dozgeriyê heye û ev agahî dan: “Çendek roj piştre jê re dibêjin; ‘Gelo tu ji bo mirinê amadeyî’ û ji navenda binçavkirinê derdixînin. Piştre jî tu agahî jê nehatin girtin. Me li cihê binçavkirinê lêkolîn kirin. Dibin mala Esmer Bardakçi ya li Beyogluyê. Bardakçi dibêje ku pir westiyayî xuya dikir. Zarokên li kolanê jî dibêjin ku wan dengê çekekî bihîstiye. Rayedarên dewletê her tim gotin Cûneyt reviyaye. Erê baş e, mirovekî ewqas îşkence lê hatiye kirin û nikare bimeşe dê çawa bireve? Hemû hewldanên ji bo Cûneyt di hiqûqa navxweyî de hatine kirin, bêencam man.”    'Windakirina Cûneyt di stûyê dewletê de ye'   Daxuyaniya vê hefteyê jî ji hêla Hevseroka Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Dêrsimê Gonul Sonbahar ve hat xwendin.  Gunul, da zanîn ku di şertên heyî de nikarin qala Qanûna Bingehîn, qanûn û hiqûqa gerdûnî bikin lê tevî vê yekê jî dê dev ji parastina hiqûqê bernedin.    Gonul, serpêhatiya Cûneyt Aydinlar xwend û wiha got: “Cûneyt Aydinlar, di 20’ê sibata 1994’an de tevî 14 hevalên xwe hate binçavkirin. Qeydên binçavkirinê hene. Kesên bi Cûneyt re hatibûn binçavkirin, piştre daxuyanî dan. Ev kes dibêjin ku heta 2’yê adara 1994’an li gel Cûneyt bûn. Her wiha dibêjin ku îşkenceyeke giran li Cûneyt hatiye kirin, bi giranî birîndar bûye, piyekî wî şikestiye û nedikariya bimeşe. Polîs, ji Cûneyt re dibêjin; ‘gelo tu ji bo mirinê amadeyî’ û wî ji hucreyê derdixînin. Piştre jî kesek Cûneyt nabîne. Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê ji malbata Cûneyt re dibêje ku kurê wan reviyaye. Ji wê rojê heta niha jî ji bo dîtina Cûneyt û darizandina kujerên wî, tu pêvajoyên îdarî û edlî nehatine destpêkirin. Kesên binçavkirî, di bin mîsogeriya ewlekariya dewletê de ne. Lewma berpirsyarê windakirina Cûneyt, di stûyê dewletê de ye.  Em dixwazin ku lêpirsîneke baş derheqê dosyaya Cûneyt de bê vekirin û kujerên wî bên cezakirin.”