Komxebata ‘Têkoşîna dijî DAIŞ’ê û çarenûsa girtiyên DAIŞ’î’ dest pê kir 2022-02-26 10:59:57   NAVENDA NÛÇEYAN - Komxebata "Têkoşîna dijî DAIŞ’ê û çarenûsa girtiyên DAIŞ’î" li Silêmaniyê dest pê kir. Di komxebatê de li ser stratejiya şerê dijî DAIŞ’ê û metirsiya girtiyên DAIŞ’î ya li ser Iraq û Bakur rojhilatê Suriyeyê wê nirxandin bên kirin.    Li Silêmaniyê "Komxebata Têkoşîna dijî DAIŞ’ê û çarenûsa girtiyên DAIŞ'ê" dest pê kir. Komxebat ji aliyê Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Bakur-Rojhilatê Suriyeyê û Eniya Piştevaniya Rojava ve tê organîzekirin.   Rêvebera Polîtboruya Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK) Şanaz Îbrahîm Ehmed wê axaftina destpêkê bike. Fermandarê Giştî yê Hêzên Suriyeya Demokratîk QSD’ê Mazlum Ebdî jî wê bi rêya online tevlî komxebatê bibe û nêrînên xwe bîne ziman.   Di komxebatê de du panel werin dayîn. Wê di panelan de mijarên wek; tevgera çeteyan a li herêmê, bi fermî nasandina Rêveberiya Xweser û bandora wê ya li ser şerê dijî DAIŞ’ê, stratejiya şerê dijî terorê û berpirsyartiya hêzên navnetewî ya li dijî DAIŞ’ê, giringiya yekitiya netewî di têkoşîna dijî DAIŞ’ê de, metirsiya terorê li ser Iraqê, çarenûsa girtiyên DAIŞ’îyên Iraqî yên di girtîgehên Rojava de, komkujiya ku DAIŞ’ê li ser Êzidiyan pêkanî û metirsiya dubarebûna komkujiyan a li herêmê wê werin destgirtin û nirxandin.   Kesên ku tevlî komxebatê bibin; “Hevseroka KNK’ê Zeyneb Muradî, Endamê Desteya Rêveber a YNK’ê Seedî Ehmed Pîre, endamê polîtbûroya YNK’ê Aram Qadir Xelat, siyasetmedarê Kurd Dr. Mihemed Emîn Pênciwênî, hevserokê Tevgera Azadî Mihemed Abdulla, siyasetmedarê Iraqî Eshad Îbadî, wekîlê Hevserokatiya Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Suriyeyê Bedran Çiya Kurd, nûnerên Meclîsa Gel a Mexmûrê, Kakayî, Şebek, Kurdên Feylî û Rêveberiya Xweser a Şengalê.