Li Girtîgeha Îdirê li dijî lêgerîna tazî greva birçîbûnê 2022-02-26 10:57:15   ÎDIR - OHD'ê li ser hesabê xwe ya medyaya dijîtal da zanîn ku Hogir Batu ê ku li Girtîgeha Tîpa S a Îdirê girtiye bi lêgerîna tazî re rûbirû maye û lêdan xwariye. Hat diyar kirin ku Hogir 65 roj in di greva birçîbûnê de ye. Hat zanîn ku li heman girtîgehê 2 girtiyên din jî dest bi greva birçîbûnê kirine.    Girtiyê bi navê Hogir Batu ku di dema qedexeyên derketina kolanan a Nisêbîn a Mêrdînê de hatibûn girtin û di Doza Nisêbînê de cezayê muebbeta giran lê hatibû birîn, di 23’yê adarê de ji Girtîgeha Bi Ewlekariya Bilind a Hejmar 1 a Amedê sirgûnî Girtîgeha Tîpa S a Îdirê hatibû kirin. Di ketina girtîgehê de lêgerîna tazî li Batu hatibû ferzkirin û wî jî li dijî vê sepanê, di 24’ê kanûna 2021’an de dest bi greva birçîbûnê kiribû. Di roja 4’emîn a çalakiyê de gardiyanan Hogir Batu bi saetan di odeya bisunger de ragirtibû û derb kiribûn.     Çalakiya greva birçîbûnê ya Hogir di roja 65’emîn de berdewam dike. Hat zanîn ku li heman girtîgehê, girtiyên bi navê Firat Gereklî û Mazhar Metîn jî dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Hat ragihandin ku Firat Gereklî û Mazhar Metîn ji ber qedexeya neşandina nameyan, ragirtina li odeyên dûr û yekkesî û nesewqkirina nexweşxaneyan, di 16’ê sibatê de dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirine.    Têkildarî mijarê Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) daxuyaniyek da û bang li Wezareta Edaletê kir ku dawî li van binpêkirina bînin. OHD’ê da zanîn ku dê di demekî herî nêz de biçin serdana girtîgehê.