Li Wanê Komîsyona Zarokan a KESK’ê 2022-02-26 09:04:42   WAN - Komîsyona Zarokan a KESK’ê ya li Wanê ji bo têkoşîna li dijî sûcên li hember zarokan hat avakirin, di qada xwe de yekem e. Hevberdevka komîsyonê Azîze Kiliç xebatên xwe nirxand û got sedema sûcên zêde bûne, feraseta rêveberiya otorîtere.   Li gorî çeteleya şîdetê ya meha çile a JINNEWS’ê di meha ewil a 2022’yan de çar zarok hatine qetilkirin, 11 zarok bi guman mirine û destdirêjî 11 zarokan hatiye kirin. Yek ji bajarên ku herî zêde zarok lê mexdur dibin Wan e. Di sala 2021’ê de 283 zarok bi sifata mexdurbûnê serî li edliyeyan dan.   Di bin bana Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemawerî (KESK) a Wanê de Komîsyona Zarokan di 6’ê kanûna 2021’ê de hat avakirin. Komîsyon di vî alî de di qada xwe de yekem e. Hevberdevka komîsyonê Azîze Kiliç der barê xebat û binpêkirinên mafên zarokan de axivî.   Azîzeyê got ji krîzên tên jiyîn herî zêde zarok bi bandor dibin û ji ber vê jî hewce bi avakirina komîsyoneke wisa dîtine. Azîzeyê da zanîn ku di bin bana KESK’ê ku endamên Egîtîm Sen û SES’ê jî têde, Komîsyoneke Mafê Zarokan ava kirine.  Azîzeyê daxuyand ku di komîsyonê de psîkolog, pedagog, pisporên xizmeta civakî û pisporên pêşketina zarokan û şêwirmend hene.   ‘Em şahidên binpêkirinane’   Azizeyê wiha dirêjî dayê: “Em wek kedkarên perwerdê yekser bi zarokan re di têkiliyê de ne. Ji ber vê jî em şahidên binpêkirina mafên zarokane. Di qada perwerdehiyê de binpêkirinên mezin tên jiyîn. Perwerda bi zimanê dayikê tune. Perwerda olî ferzkiriye. Nokteyek din eve ku der barê zarokên penaber de sererastkirinek qanûnî tune. Zarokên penaber nikarin xwe bigihînin mafên xwe. Di salên dawî de hem di qada perwerde hem di qada tenduristiyê de binpêkirin mijara gotinê ne. Di civak û dibistanan de şîdet zêde bûye. Şîdeta navbera zarokan de û her wiha şîdeta mamoste û rayedaran a li ser xwendekaran. Zarok tên dibistanan van pêkanînan radigihînin.”   ‘Di zewacên temenê biçûk de zêde dibin’   Azîzeyê balkişand şîdet, tacîz û tecawiza li qursên quranê, saziyên girêdayê wezareta perwerdê û wiha bi lêv kir: “Nokteyek din ya girîn di temenê biçûk de zewac. Niha bûyera Sila Şenturk di rojevê deye. Ji ber vê min anî ziman. Li aliyê din pirsgirêka zarokên karker. Her wiha bikaranîna hişbirê nav zarokan de zêde bûye.”   ‘Pandemiyê bandor li ser zarokan kir’   Azîzeyê di mijara pandemiyê de jî nirxandin kir: “Pirsgirêkên pêvajoya pandemiyê hîna didomin. Mixabin windahiya fêrbûnê zêde bû. Hejmara zarokên dibistan terkirin zêde bûye. Piştî dibistan vebûn û perwerda rû bi rû hat destpêkirin, ji bo telafiya dersan bêkirin polîtîka nehat pêşxistin. Pandemiyê bandorek mezin li ser zarokan kir.”   Gumanbar cesaretê digirin   Azîzeyê bûyerên tacîz û tecawizê yên zarokan ku zêde bûne nirxand û daxuyakirin ku sedema van bûyeran aborî û siyasiye û got: “Sedema herî bi bandor jî polîtîka bêcezahiştinê ye. Zarokên îstîsmarê dijîn bi giştî ji serwîsên rehberê re radigihînin. Kesên di yekîneya  rehberê de vê radigihînin. Lê mixabin di pêvajoya  darazê de gumanbar nayên cezakirin. Li şûna vê mexdur û malbatê dikin zorê. Li bajar demên dawî de şîdet zêde bûye. Ev ji bo pêşketina zarok bi xetere. Îstîsmarkirina zarokan zêde bûye. Mixabin malbat di alî parastina zarokan de ne zêde xwedî agahîne.”   ‘Em ê xeta îrtîbatê ava bikin’   Azîzeyê dawiya axaftina xwe de da zanîn ku tevî ku nû hatine avakirin jî gelek serlêdanandigirin û wiha dawî lê anî: “Me pêvajoya pandemiyê de platformek piştgiriya civakî ava kir. Di vê çarçoveyê de xebatên me hebûn. Hevalên me yên dixebtîn hebûn. Em ê di mijara ji bo serlêdanan de xeteke telefonê ava bikin. Me bi Baroya Wanê ku Komîsyona Wan ya Mafê Zarokan heye re têkilî danî. Hewcedariya me bi tecrubeyên wan hene. Em saziyên civaka sivîl re hatin gel hev û em li ser mijarê axivîn.”