ROJEVA 26'Ê SIBATA 2022'YAN 2022-02-26 09:00:57   * Welatiyên Amed, Şirnex û Mêrdînê, bal kişandin li ser şert û mercên herêmê û gotin: “Ger edalet hebe dê hesabê hemû komkujiyên ku li herême pêk hatî bê pirsîn. Lê ji bo pêkanîna edaletê jî têkoşîneke civakî hewce dike.” DOSYA -BI DÎMEN    *Gundê Marin ku bi şûnwarên xwe yên dîrokî tê nasîn di salên 90'î de wekî gelek gundên herêmê êrîş lê hatiye kirin.  Ji şêniyên gund ku  cerdevanî li wan hatiye ferzkirin û ji gund hatine koçberkirin, Hevsadî Aslan got, "Êrîşên hovane kirin. Zilma xwe hîna jî didomînin.  Lê tevî vê jî em vegeriyan gundê xwe û me axa xwe parast."DÎMEN HEYE     *Rêvebera HDP’a Amedê Gulhan Onur da zanîn ku di çarçoveya 8’ê Adarê Roja Jinan  a Cîhanê de li Amedê bi coş xwe ji bo çalakiyan amade dikin û wiha bang li jinan kir: “ Em ê bi dirûşma ‘Dem dema jinan e’ li dijî zîhniyeta serdest a mêr li qadan bin.” DÎMEN HEYE   *Komîsyona Zarokan a KESK’ê ya li Wanê ji bo têkoşîna li dijî sûcên li hember zarokan hat avakirin, di qada xwe de yekem e. Hevberdevka komîsyonê Azîze Kiliç xebatên xwe nirxand û got sedema sûcên zêde bûne, feraseta rêveberiya otorîtere. BI DÎMEN    *Nesrîn Akgul, piştî 14 salan serbest hat berdan. Nesrîn diyar kir ku li girtîgehan berxwedaneke mezin heye û got: "Ez ê têkoşîna xwe li cihê mayî bidomînin."  BI DÎMEN