Girtiya ku bi ser qawîşa wan de girtin: Ewlehiya me tune ye 2022-02-25 17:11:24     RIHA - Girtiya li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê Esma Başkale, di hevdîtina ku bi telefonê bi malbata xwe re kir de diyar kir ku bi ser qawîşa wan de hatiye girtin û "di bin navê lêgerîna hûr" de tacîz li wan hatiye kirin û got, "Ewlehiya me tune ye"   Li Girtîgeha Jinan a Bakirkoya Stenbolê gardiyanan bi ser qawîşa B-3 û B-4 de girtin. Girtiya bi navê Esmer Başkale, ya ku piştî lêgerînê bi malbata xwe re bi telefonê axivî pêkanînên li qawîşan hatin kirin vegot.    'Di bin navê lêgerîna hûr de tacîz kirin'   Esma, da zanîn ku gardiyanênm mêr jî di serdegirtinê de cih girtine û got, “Lêgerîna gardiyanên mêr li qawîşên jinan qedexe ye, lê danê sibehê gardiyanên mêr jî tevlî serdegirtinê bûn. Gardiyanan di bin navê 'lêgerîna hûr' de girtî tacîz kirin. Hevalên ku li hemberî van pêkanînan derketin jî bi lêdanê hatin tehdîtkirin. "   'Em tên tehdîtkirin'   Esma li ser gotinên xwe yên ku 15 rojan carekê lêgerîna li qawîşan tê kirin, anî ziman ku di lêgerînan de tiştên ku li qawîşan hatine dîtin hatine desteserkirin û piştre wê neyên dayîn. Esma bal kişand ser pêdiviya pêşxistina hesasiyeta civakî ya li ser cezayan û got, “Hefteyê carekê lêgerîn tê kirin. Piştî her lêgerînê dest bi lêpirsînan dikin. Hewl didin tolê ji me hilînin. Em li vir ne di ewlehiyê de ne. Gardiyanên mêr destên xwe danîn ser pişta xwe û weke ku çek di destê wan de ye gef li me xwarin.”