'Nobeta Edaletê' ya li Îzmîrê 11 roj in didome 2022-02-25 16:25:53     ÎZMÎR - Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya li Îzmîrê 11 roj in didome. Malbatan di çalakiya îro de bal kişandin ser rewşa Girtîgeha Kiriklarê û gotin li girtîgehan tecrîd didome.     Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya malbatên girtiyan a li Baroya Îzmîrê hatî destpêkirin 11 roj in didome. Malbatan bi çalakiya xwe balê dikişînin ser rewşa girtiyên nexweş û binpêkirina mafên girtiyan. Îro Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê ya Îzmîrê serdana nobetê kir.    Berdevka Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê ya Îzmîrê Behiye Yalçin, bangewaziya serbestberdana girtiyên nexweş kir û got: "Îro li cîhanê şerek heye. Piştî şerê Sûriyeyê niha li Ukranyayê şerek heye. Hemû dewlet bûne yek şerê gelan dikin. Dewletên ku şer didin destpêkirin heman gotinê dibêjin. Pirsgirêk tunebin jî gotinên wan ji encama zîhniyeta wan pêk tê. Gelo ev şer û qirkirin dê heta kengê bidome."   Behiye di dawiya axaftina xwe de wiha bal kişand li ser tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan: "Ocalan di bin tecrîdê de ye û mafê wî tê binpêkirin. Heta pêkanîna edaletê em ê çalakiya xwe bidomînin. Em bang li dayikan dikin ku bila bên piştevaniya malbatan bikin."   Dayika Firat Yagmekan ê li Girtîgeha Kiriklarê ye û nexweş e Sultan Yagmekan, da zanîn ku duh bi kurê xwe re hevdîtin pêk aniye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Bi ser koguşan de girtine û hemû amûrên wan û pirtûkên wan hatine belavkirin. Agahiya wan ji hevalên wan ên ku ji Kirikkalê hatine nîne. Tecawizkar, tecawizkar û êrişkar serbest tên berdan, lê ji ber ku zarokên me kurd in û têkoşîna mafê xwe didin nayên berdan. Lê em ê bi her awayî têkoşîna xwe bidomînin û em ê ji bo zarokên xwe li ser piyan bimînin."