Starta 8’ê Adarê li Kerboranê hate dayîn: 'Dem dema azadiya jinan e' 2022-02-25 15:53:57     MÊRDÎN - Jinan starta çalakiyên xwe yên 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li navçeya Kerboranê ya Merdînê bi daxuyanî û şahîyekê dan. Jinan got, "Dem dema azadiya jinan e."   Tevgera Jinên Azad (TJA) starta çalakiyên xwe yên 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li navçeya Kerboranê ya Merdînê bi daxuyanî û şahîyek da. Jin ji bajarên Amed, Êlih, Riha,Sêrt û Şirnexî jî beşdarî şahiyê bûn. Her wiha Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebru Gunay, Parlementerên HDP’ê û gelek jin tevli şahiyê bûn. Jinan pankartên bi dirûşmên, “Dem dema azadiya jinan e” û “Berxwedana Garîbe berxwedana hemû jinên ciwan e” vekirin. Her wiha wêneyên Garîbe Gezer û Denîz Poyraz wergirtin.   Metna daxuyaniyê ji hêla berdevka TJA’yê ya Mêrdînê Eylem Amak ve hat xwendin.    Eylemê, diyar kir ku ew ê 8’ê Adarê bi rihekê berxwedêr û têkoşer pêşwazî bikin û wiha dirêji da axaftina xwe: “Em starta çalakiyên xwe yên 8’ê Adarê îro li KerboranÊ didin. Em soz didin tekoşîn û berxwedana rêhaval Garîbe Gezer bidominin û tekoşîna wê mezin bikin. Sala 2021’ê ku têkoşîna azadiya jinê, bû jêderka tirsê ya desthilatdaran saleke ku polîtîkayên qirkirina jinan gihiştiye asta hovîtiyê. Pergala serdest a mêrane ku êrîşî nirxên civakî yên jinan dike, bi pêkanîna qirkirina jinê, bi hemû polîtîkayên xwe yên qirêj û zexel dixwaze rastiya tevna civakî jî parçe bike.    Desthilatdariya AKP-MHP’ê ku dijminê jinê ye pir baş dizane ku, wê bi jinên azad re jiyan azad bibe û desthilatdariya wan bi dawî bibe. Wekî jinên Kurd ku li ser vê bingehê bi sepanên tekparêz û navendîparêz di hedefa polîtîkayên şerê taybet ên zayendîparêz, olperestî û neolîberal de ne, em ji bo hesabpirsîna hemû êrîşan bi hêza xwe ya xweîradeyî di 8'ê Adarê de careke din serhildana xwe mezin dikin."   Eylem, destnîşan kir ku di çareserkirina bi rêbazên demokratîk û aştiyane ya pirsgirêka kurd de muxatab Abdullah Ocalan e û divê di zûtirîn demê de bi wî re têkilî bê dayin. Eylem, got: "Esareta birêz Ocalanî û rejîma tecrîda ku veguheriye şêweyekî rêveberiyê, pirsgirêkên civakî hîn bêhtir dixe rewşa bêçaretiyê. Li hember desthilatdariya ku bêçaresertiya pirsgirêka kurd di qirkirin, înkarkirin, bişaftin û qedexeyan de digere paradîgmaya azadiya jinê ya birêz Ocalanî, îfadeya ku wê jiyanê bi nirx bike ye. Em ê wek jinên tekoşer hemu çalaki û kiryarên xwe de azadkirina birêz Ocalan biqîrin û tecrîdê bi têkoşîna xwe bidawî bikin."    Eylemê di berdewamiya daxuyaniyê de ev tişt got, " Em hemû rêhevalên xwe yên jin ku di têkoşîna azadiya jinê de bi baweriyên mezin ketine axê û îro jî rêya me ronî dikin di şexsê  Garîbe Gezer de careke din bi rêzdarî û minet bi bîr tînin; bi baweriya ku bi mîrasa ku dan ji me re hiştiye dê tifaqa jinan a navneteweyî mezin bibe."   ‘Em azadiya xwe pêk bînin'   Parlementera HDP’ê ya Mêrdînê Pero Dundar jî axivî û diyar kir ku di her qadê de jin berdelan didin û wê têkoşîna jinê bi ser bikeve û got: “Me ji dîrokê heta niha têjoşîn û azadiya jinê qor bi qor honand. Em dîroka jinê dizanin û em ê azadiya jinê bi têkoşîna xwe bilindtir bikin. Herî zêde Gelê Kurd berdel dayê û hê jî dide. Îro jî li cîhanê şer heye û berdela wî şerî dîsa jin didin. Em ê azadiya xwe pêk bînin."    Daxuyanî bi govend û bi dirûşma  "Bijî berxwedana jinan" bi dawî bû.