Bernameya 8'ê Adarê ya DAKAP'ê diyar bû 2022-02-25 14:36:31         AMED - Platforma jinan DAKAP bernameya xwe ya 8’ê Adarê eşkera kir û got: "Em ê di xebatên xwe de bi taybetî piştgirî bidin çalakiya Nobetên Edaletê yên malbatên girtiyan."    Platforama Jinan a Dîcle Amedê (DAKAP) li avahiya Sendîkaya Kedkarên Tendirustiyê (SES) a Amedê kom bûn û bernameya 8’ê Adarê ji raya giştî re parvekirin. Li ser navê jinan berdevka DAKAP’ê Fatma Yildizhan metna daxuyaniyê xwend.   ‘Em ê li dijî êrişan têbikoşîn'    Fatmaya ku di destpêkê de girîngiya rojê bibîranîn diyar kir ku di sedsala 21’emîn de jî êrişên nîjadperst yên li hemberî jinan ên weke polîtîkayên bêcezatiyê, piştgirîdayîna bersûcan, betalkirina peymanên ku ewlehiya jiyana jinan esas digirin hatin betalkirin pêk tên. Fatma got li dijî van polîtîkayan têkoşîna jinan berdewam dike û wiha axivî: “Êrişên polîtîkayên taybet, xizaniya jinê û weke vê bi sedan xalên ku jiyana jinan bandor dikin em dikarin parve bikin. Bi taybetî jî li ser jinên kurd ev êriş tên meşandin. Êrişê zimanê jinê, çanda jinê, keda jinê û bedana jinê dikin. Li Wan, Colemêr û Şirnexê bûyerên tecawiz û ferzkirina fihûşê ne tesadufiye û parçeyeke polîtîkaya şer e."   ‘Bi rojane nobeta edaletê berdewam dike’   Fatmayê, bal kişand ser "Nobetên Edaletê" û wiha axivî: "“Her ku TJA mezin dibe êrişên hişmendiya zayendperest ya mêr jî zêde dibin. Reşkirina xebatên TJA’yê, girtina berdevka TJA’yê Ayşe Gokkan û girtina bi sedan rêhevalên me yên jin, li dijî têkoşîna jinê êrişeke. Eşkerenekirina mirina Garîbe Gezer, neberdana Aysel Tugluk nîşaneyên dijminatiya îqtidarê ya li hemberî kurd û jinên kurd e. Bi rojane dayikên girtiyên nexweş ji bo zarokên xwe di nav çalakiya Nobeta Edaletê de cih digirin."     Bernameya DAKAP’ê ya 8’ê Adarê wiha ye;   * Di 1’ê adarê de wê bi cil û bergên gelêrî li ber Misgefta Uluyê starta xebatan were dayîn û dê girtiyên jin re qart bên şandin.    * Di 5’ê adarê de wê tevlî çalakiya Xizmên Windayan bibin.   * Di 5’ê adarê de wê li Kolana Hunerê belavok werin belavkirin.   * Wê weke pêkhateya DAKAP’ê her hefte ji bo piştgiriyê beşdarî çalekiya “Nobeta Edaletê” were kirin.   * Di hefteya 8’ê Adarê de wê li her navçeyî belavok werin belavkirin.   * Di fînala 8’ê Adarê de em ê li qada îstasyonê mîtîngeke girseyî lidarbixin.