TJK-F'ê bernameya xwe ya 8'ê Adarê eşkera kir 2022-02-25 14:08:53     NAVENDA NÛÇEYAN - TJK-F’ê bi daxuyaniyekê bernameya xwe ya 8’ê Adarê eşkere kir û got: "Em bang li jinan dikin ku li dijî tecrîd û faşîzmê bibin yek û ji bo projeya jiyana azad a bi îrade, rêxistinî, demokratîk dakevin qadan."    Tevgera Jinên Kurd a Fransa (TJK-F’) a Fransa û Meclîs û Komunên Île De France, bernameya çalakî û merasîmên ku bi boneya 8’ê Adarê ya sala 2022’an li dar bixin eşkere kirin. Çalakiyên îsal bi dirûşma “Li ber xwe bide, xwe rêxistin bike, azad bijî!” bê lidarxistin. Derbarê mijarê de daxuyaniyeke nivîkî hat dayîn.    Daxuyaniya TJK-F’ê bi vî rengî ye:   TJK-F’ê ji Clara Zetkîn heta Hevrîn Xelef, ji Dayika Teybet heta zindanan hemû jinên ku xeta berxwedanê hûnandinî silav dike. Têkoşîna azadiya jinê ya li dijî pergala modernîteya kapîtalîst a ku ji aliyê zayendperestî, neteweperestî û îdeolojiyên paşverû ve tê xwedîkirin, diyarker e û bi ragihand ku divê jin bi hemû hêza xwe li têkoşîna xwe xwedî derkeve.   Li cîhana ku hişê serdestiya mêr lê serwer e şerekî ku qetlîama jinan asayî dike heye; şer, koçberî û bêkarî, êrîşkariya faşîzmê, pandemî û krîz herî zêde li jinan dixe. Di vê wateyê de dem dema ketina tevgerê ya ji bo têkoşîneke bi bandor û berxwedana hevbeş a jinan a li dijî faşîzma mêr a serdest û pêkanînên qirkirinê ye.   Bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li seranserê Fransa, ji bo jiyanek bi rengê jin, bedewî, dewlemendî, pirbûn û cihêrengiya jinan were jiyîn; em bi hemû meclîs û komunên xwe yên jinan re ji bo 8'ê Adarê amade ne. Bernameya xwe ya merasîman ên li hem Île Del France û hem li tevahiya Fransayê eşkere kir. Di bernameya çalakiyan de panel, şahiyên jinan û pêşangeha wêneyan heye.   Lêgerîna edaletê dê bibe mijara me    Mijarên panelên ku wê di çarçoveya çalakiyên 8'ê Adarê de bên lidarxistin wê derbarê xweparastin, berxwedan, komkujiya Parîsê û lêgerîna edaletê û geşedanên siyasî yên li welat bin.    Di çarçoveya çalakiyan de wê di vekirina pêşangeha 1'ê Adarê de li Parîsê bi beşdariya saziyên dost ên Fransî resepsiyonek bê lidarxistin. Berxwedana jinên kurd di pêşangeha wêneyan a bi navê 'Destên me li pişta me ye' ku berhemên Asli Fîlîz tê de cih digirin, tê nîşandan. Di çarçoveya çalakiyên çandî yên 8'ê Adarê de, wê civînên jinan bên lidarxistin, her wiha wê fîlmên li ser jinan û têkoşîna wan bên nîşandan.   Ji 3 jinên şoreşger meş...   Ji bilî merasîmên ku wê di navbera 1'ê Adarê û 8'ê Adarê de pêk bên, TJK-F di heman demê de di amadekariyên meş û greva ku wê roja 8'ê Adarê li Fransa giştî û Parîs-Île De France pêk bê de bi rengekî çalak rol dilîze.   Grev û meşa 8'ê Adarê ya Parîsê ku ev 2 meh in li gel 34 rêxistin, sendîka û partiyên siyasî yên jinan tê amadekirin, ji bo bîranîna 3 jinên şoreşger ên kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez wê li Gare Dû Nord dest pê bike. Piştî çalakiya bîranîna 3 jinên kurd û daxwaza edaletê, wê ji bo 1 saetî li Gare Dû Nordê ligel tevgerên jinan ên ji gelek deverên cîhanê di platformeke enternasyonalî de careke din bi hev re bê gotin 'Em bi hev re jiyan, azadî, edalet û wekheviyê diparêzin'.   Xwebirêxistin bikin û azad bijîn   Di 8'ê Adarê de zarok di roja çalakiyê de nehatin jibîrkirin. Li qadên komeleyê wê kesên ku li zarokan miqate dibin bên rêxistinkirin û wê jin jî li qada çalakiyê bin.   Eşkere ye ku têkoşîna jina azad a li dijî zîhniyet, sazî û êrîşên serdest ên mêr bilind dibe wê mohra xwe li sala 2022’an bide. Pir eşkere bûye ku jin wê cîhanê biguherîne! Bi vê baweriyê em 8’ê adara 2022’yan pêşwazî dikin. Dema mezinkirina berxwedana jinan a li dijî faşîzmê ye. Li berxwe bidin, xwe birêxistin bikin, azad bijîn.   Em bang li beşên demokratîk, hemû pêkhateyên li ser navê azadiya jinê hatine rêxistinkirin, hêzên şoreşger, pêkhateyên dij-kapîtalîst û faşîst û ekolojîst kir ku li dora têkoşîna hevpar a jinan bibin yek û li qadan û çalakiyên 8'ê Adarê werin ba hev."