Bedriye Doku: Ez keça xwe dixwazim 2022-02-25 09:17:06   Oznur Deger   ENQERE - Dayika Gulistan Doku, Bedriye Doku ya ku ji bo li aqubeta keça xwe bipirse çû Enqereyê û li wir bi tundiyê rû bi rû ma wiha got:"Li ber wezaretê me bi erdê kaş kirin û bi zorê li wesayitê siwar kirin. Wê demê tiliya min di nava derabeyan de ma û reş bû. Ji saetekê zêdetir polîsan di wesayitê de heqaret li me kirin. Ji me re gotin 'neqêrin huş bin'. Lê em tenê keça xwe dixwazin."   Ji xwendekara Zanîngeha Mûnzûrê Gulistan Doku ya ku li Dêrsimê hat windakirin ji 5'ê Çileya 2020'î ve xeber nayê girtin. Dayika Gulistanê Bedriye, bavê wê Halit û xwişka wê Aygul Doku ji bo li aqubeta Gulistanê bipirsin di 22'yê Sibatê de çûn Enqereyê. Malbatê li Enqereyê hevdîtin kir. Her wiha li meclîsê beşdarî civîna koma partiyên siyasî bûn. Malbata ku bi Komîsyona Mafên Mirovan a Meclîsê hevdîtin kir dixwaze bi Wezîrê Dadê Bekir Bozdag jî hevdîtinê bike. Lê belê hîn tu bersiv ji bo vê daxwazê nehatiye dayin. Malbatê di 23'yê Sibatê de li ber wezaretê çalakî li dar xist lê belê polîsan êriş kirin.    Dayik û bavê Gulistanê armanca xwe ya hatina Enqereyê vegotin û behsa tundiya polîsan kirin.    Bijîşk rapor nedaye!   Bedriyeyê da zanîn ji bo ew bi hemû partiyan hevdîtinê bikin hatine Enqereyê û got ew dixwazin bi Wezareta Dadê hevdîtinê bikin. Bedriyeyê da zanîn piştî hevdîtinên li meclîsê dema ew di 23'yê Sibatê de hatine ber Wezareta Dadê ji aliyê polîsan ve hatine dorpêçkirin û got polîsan li wan dane. Bedriyeyê wiha domand:"Li ber wezaretê bi zorê xwestin me li wesayitê siwar bikin dema me nexwest em lê siwar bibin me kaş kirin. Wê demê tiliya min di nava derabeyan de ma û reş bû. 2 polîsên jin bi milên min 2 polîsan jî bi lingên min girtin. Dema me li wesayitê siwar kirin gotin li vir qamera tune ye ma hûn dikarin çi bikin. Me jî got qamera tune ye wê demê me bikujin! Ji saetekê zêdetir polîsan di wesayitê de heqaret li me kirin. Ji me re gotin 'neqêrin huş bin'. Me nizanibû wê me bibin ku derê. Lê em tenê keça xwe dixwazin."   'Em ne kujer in em li keça xwe digerin'   Bedriyeyê da zanîn dema ew ji nexweşxaneyê derketine xwestine bi derfetên xwe biçin ber Wezareta Dadê lê belê polîsan destûr nedane û wiha got:"Polîsan berê gotin em ê we li ber wezaretê deynin lê belê piştre me li ber otelê danîn. Dîsa polîsan me dorpêç kirin. Em ne kujer in em li keça xwe digerin! Keça min xwendekara zanîngehê bû. Çi bi keça min hat? Çi bi keça min hat eşkere bikin qene be bila hestiyên wê hebin. Bila goreke wê hebe ku ez li ser dua bikim. Çeka me tune ye. Hukmê me wê ji kê re derbas bibe? Hemû derfet di destên we de ne. Em tenê keça xwe dixwazin."   Dozger: Tiştekî em dikin tune ye    Bedriyeyê da zanîn wan li Dêrsimê 40 rojî di bin berfê de Nobeda Edaletê girtine û 40 rojî daxwaz kirine ku bi Wezîrê Dadê re hevdîtinê bikin. Bedriyeyê da zanîn wan bi Serdozgerê Dêrsimê re hevdîtin kirine lê belê serdozger got tiştekî em bikin tune ye.    'Ez nan û hesirên xwe bi hev re dixwim'   Bedriyeyê da zanîn ku wan bi partiyên HDP, CHP, MHP û ÎYÎ Parti re hevdîtin kirine û wan xwestine komîsyoneke lêkolînê ava bikin. Bedriyeyê da zanîn wan bi Komîsyona Mafê Mirovan a Meclîsê re hevdîtin kirine û wiha got:"MHP got dengê AKP'ê ji yên me bêtir in ger ew jî bêjin erê em ê komîsyoneke lêkolînê ava bikin. ÎYÎ Partiyê jî erênî pêşwazî kir. CHP'ê jî got bila mirov nemirin. Piştî partiyan me xwest em bi Wezîrê Dadê re hevdîtinê bikin. Piştî hevdîtinê em ê vegeriyan memleketê xwe. Me yê bigota çi bi keça me hat. Jê pêv em dikarin çi bikin? Mafê min e ku ez bizanibim çi bi keça min hatiye. Kezeba min dişewite. Ez nan û hesirên xwe bi hev re dixwim. Min bi firotina hêk, penîr keça xwe da xwendin. Min nexwend. Min got bila keçên min bixwînin û ez xebitîm. Heta em bi Wezîrê Dadê re hevdîtinê nekin em ê ji Enqereyê veneqetin. Em diçin ku polîs li dû me ne em ji ber vêya gelekî aciz in. "   'Wekî ku kujer em bin helwestê nîşan didin'   Bavê Gulistanê Halit Doku da zanîn ji bo Gulistanê bê dîtin çi ji destên wan bê wê bikin û wiha domand:"Polîsan li me dan û dema em çûn nexweşxaneyê jî bijîşkan gotin tiştekî we tune ye. Lê belê ji ber êşa canê xwe em bi şev ranezan. Polîsan nehiştin em ji otelê derkevin. Me xwest em biçin Wezareta Dadê lê destûr nedan. Wekî ku kujer em bin helwestê nîşan didin. Heta em bi Wezîrê Dadê re hevdîtinê nekin em ji vir naçin. Em bimirin jî em xwe bişewitînin jî em ji vir naçin. Divê em bi Wezîrê Dadê re hevdîtinê bikin. Parlamenter dibêjin ger bê xwestin dikare li dereke wekî Dêrsimê keça we bê dîtin. Dema mîheke me derketa ser çê leşker ba keya dikir û digotin herin mîha xwe bînin. Li dereke wiha keça min winda bû. Ma qey sûc e em li keça xwe digerin. Me keça xwe teslîmî dewletê kir. Me bizaniba cihê wê ne ewle ye me ew nedişand. Em dixwazin bi Wezîrê Dadê re biaxivin. Divê haya dewletê ji keça min hebe. Keça min li wargehê dima û li her derê rayedarên dewletê hebûn. Ji Amedê heta vira ji bo em bi wezîr re hevdîtinê bikin em hatin. Çima nahêlin hevdîtin pêk were? Ya ew ê bihêlin em ê bi wezîr re hevdîtinê bikin an jî em ê xwe bişewitînin. Em tenê keça xwe û edaletê dixwazin. Ger dijî em keça xwe ger najî jî em hestiyên keça xwe dixwazin."