Jinên Amedê: Em ne ji Bahçeli hez dikin ne jî navê wî dixwazin 2022-02-25 09:15:57   Medya Uren   AMED - Têkildarî çêkirina “Daristina Bîranînê ya Devlet Bahçelî” me mikrofona xwe dirêjî jinên Amedê kir. Jinên Amedê bertek nîşanê biryarê dan û gotin: “Divê mirovên bi nirx ên Amedê navê wan werin rakirin. Devlet Bahçelî çi kiriye ji bo me da ku navê wî were rakirin. Ne em jê hez dikin ne jî em navê wî dixwazin."   Li Çiyayê Kirklar ê li navçeya Sûrê ya Amedê ji bo “Daristana Bîranînê ya Devlet Bahçelî” ku tê xwestin li ser navê Serokê MHP’ê Devlet Bahçelî were çêkirin, xebatên çandina daran hatin destpêkirin. Serokatiya MHP’a bajêr, li herêma ku şitil bên çandin, bi kepçeyeke aydê şîrketeke taybet, xebatên kolandinê dike. Tevî kolandinê, li cihê ku tabela lê bê danîn, du stûnên beton hatin çêkirin. Serokê MHP’a Amedê Cîhan Kayaalp jî li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal ragihand ku li cihê ku daristan were çêkirin, lêkolîn kirine.    Têkildarê mijarê me ji jinên Amedê pirsî û wan jî bertekên xwe yên li dijî rakirina navê Bahçelî wiha bi me re parve kirin;   Gulsum Ataş: “Em bi tu awayî wî navî naxwazin. Çima navê Devlet Bahçelî li vir radikin? Li şûna wê yên ku ji bajarê me, ji çanda me gelek nivîskar û aqilmend hene pêwîst e navê yek ji wan were hildan. Ne ji Bahçeli hez dikim ne jî tehemila min jê re heye.”   Gonul Tetîk: “Devlet Bahçelî kesekî ku Amedê nedîtiye. Li gorî min biryara hatiye girtin şaş e. Yên ku ev biryar guncav dîtine kîne? Li gorî xwe nav didin her cihî û em jî van biryarên wan di cih de nabînin. Nav didin lê bawer nakim kes wî navî bi kar bîne."   Buşra  Guldogan: “Kes an ji bûyerên ku zirerê bide bajarê me yan jî çêkera wê ya dîrokî xirabike pêwîs te neyên bajêr. Em naxwazin.”   Buşra Taş: “Ger nav were dayîn jî wê gelê Amedê bertekek cuda nîşan bide. Ez  di wê baweriyê de me. Dibe ku nav were dayîn jî, ji ber ku di vê pêvajoyê de her tişt diqewime.”   Nejla Sezer: “Ji bo gelê Amedê çi baş e em wê dixwazin. Ez ne ji Bahçelî hez dikim, ne dengê xwe didimê û ne jî navê wê dixwazim.”   Fikrîye Yaklav: “Em ne navê wî ne ji tiştekî wî naxwazin. Gelek mirovên me yên bi nirx hene, çima navê Bahçelî radikin. Ma Bahçelî ji me re çikiriye? Ji dijminatiyê pê ve ji me re tiştek nekiriye. Bila ne ew were ne jî navê wî were vir.”   Aleyna Yaklav: “Em qet qebûl nakin. Ji xwînrijandinê zêdetir wî tiştek nekiriye. Bila navê yekê me yê bi nirx rakiribana. Bila navê Tahîr Elçî rakin. Bahçeli çi ji me re kiriye? Em ê êdî neçin wir jî.”   Ramazan Tugay: “Devlet Bahçelî çi sûdek daye vî welatî ku navê wî were rakirin û bê bibîranîn. Lê bila were zanîn jî herçiqas navek wisa were dayîn jî wê kes wî navî jê re nebêje. Wê hertim ji me re weke Kirklar Dagi bimîne. Bila Devlet Bahçelî ka were vir binêre, tenê di meclîsê de gotin û kirin çênabe. Li vir belkî 2 an 3 hevkarên wê bixwazin, weke din kes naxwaze. Gelê Amedê bi rûmet e û wê xwedî li rûmeta xwe jî wê derbikeve. Wê hikumeta heyî di sala 2023’yan de biçe û em ê wî navî jî bi wan re bişînin.”