‘Em ê li Dîlokê bibin dengê Denîz, Aysel û Emîne Şenyaşar’ 2022-02-25 09:10:49   Şehrîban Aslan   AMED - Endama Meclîsa Jinan a Dîlokê Suzan Uzpak diyar kir ku li Dîlokê dest bi amadekariyên 8’ê Adarê kirine û wiha got: “Em wek meclîsa jinan a HDP’ê wek her 8’ê Adarê wê dîsa bi deng, stran û govendên xwe li qadan bin. Em ê bibin dengê Denîz Poyraz, Aysel Tugluk û Emîne Şenyaşar.”   Li Tirkiye û bajarên herêmê starta bernameyên 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê hat dayîn. Jinan li her bajarî plansaziya xwe amade kirin û bi coş 8’ê Adarê dipên û Dîlok jî yek ji van bajaran e. Endama Meclîsa Jinan a HDP’ê ya Dîlokê Suzan Uzpak da zanîn ku tevî hemû zextan wê 8’ê Adarê bi coş pêşwazî bikin.   ‘Herî zêde jin û zarok bi bandor dibin’   Suzanê destnîşan kir ku Dîlok ji ber sanayiya xwe bajarê karkeran e û got cihên ku xizanî lê nayên dîtin pir kêm in û wiha daxuyand: “Dîlok di esasê de profîla welat e. Cudahiya navbera mirovan pir zêde bûye, dewlemend pirtir dewlemend bûne xizan jî zêdetir xizan bûne. Divê em jinan jî cuda bifikirin. Ji ber ên ku herî zêde ji krîza aborîyê bi bandor dibin jin û zarok in. Di demên krîza aborîyê de hejmara karkerên zarok zêde dibin. Dema em sanayiya Dîlokê bidin ber çavan hejmara zarokên karker pir zêde ye. Dîsa di demên krîzê de yên herî zêde ji kar tên derxistin jin in. Piraniya jinên dixebitin ewlehiya wan tune ye. Her wiha jin li derve bixebitin jî li malê hemû bar dîsa li ser milê wan e.”   ‘Piştgiriya jinê nayê dîtin’   Suzanê da zanîn krîza aborîyê ji ber sedema ku welat nikare bê birêvebirin pêk hatiye û wiha daxuyand: “Jin li malên xwe karên weke çêkirina şimikan, dirûtina pêlavan, şikandina gwîz û findiqan dikin. Havînan li kolanan komên jinan hene. Hemû bi heqdestên  hindik hewl didin piştgiriyê bidin butçeya malbatê. Li malê jî weke ku neçar e ji mêr re xizmetê bike dixebite. Tevî vê keda wan nayê dîtin.”   ‘Pirsgirêka mezin penaberên jin dijîn’   Suzanê di berdewamiyê de bal kişand ser pirsgirêkên ku penaberên jin dijîn û got Dîlok bajarekî penaberan e û ev tişt daxuyand: “Di encama polîtîkayên şaş de pirsgirêka herî mezin penaberên jin dijîn. Tirkiye di mijara penaberiyê de mixabin di polê de maye. Em dikarin bêjin ev rewş herî zêde li Dîlokê tê dîtin. Jinên penaber di karên erzan û nebaş de tên xebitandin. Fuhuşê li jinan ferz dikin. Wek jinên duyem pê re dizewicin. Di temenê zarokatiyê de dizewicin. Her wiha bi van jî ne sînor in. Ev pirsgirêk hemû bi xwe re hilweşîna psîkolojîk jî tînin. Ji ber polîtîkayên baş pêk nayên ev pirsgirêk mezin dibin.”   ‘Li ser jinên HDP’ê polîtîkaya zextê’   Suzanê bal kişand ser polîtîka zextê yên li hember jinên HDP’ê û ev tişt bi lêv kir: “Dosyaya hevalên me yên HDP’ê ya jê dihat darizandin hebû. Ji bo 50 hevalên me ji 6 salan dest p êdike ceza hatin birîn. Cezayên hatine dayîn ne tesaduf in. Li Dîlokê her wiha şîdet û qirkirina li ser jinê mijara gotinê ye. Divê bûyerên întîxarê û şîdet ji aliyê dewletê ve bê lêpirsînkirin. Dewlet neçar e pêşî li vê bigire. Li dijî van polîtîkayan têkoşînek jinê ya xurt heye. Her çiqas me pêşî li rawestîna Peymana Stenbolê negirtibe jî desthilatdariyek ji me ditirse heye. Em pêkhateyên Platforma Jinan a Demokratîk a Dîlokê ne. Em hemû pêkhate hêza xwe ji reng û cudahiyên xwe digirin.”   ‘Em ê bi awayekî xurt pêşwazî bikin’   Suzanê wiha dawî lê anî: “Em ê 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê bi awayekî xurt pêşwazî bikin. Em ê 8’ê Adarê bi hişmendiya jinê pêşwazî bikin. Em xurt in, em hene û em li vir in. Em wek Meclîsa Jinan a HDP’ê wek her 8’ê Adarê wê di vê 8’ê Adarê de jî bi deng, reng û govenda xwe li qadan bin. Em ê bibin dengê Denîz Poyraz, Aysel Tugluk û Emîne Şenyaşar. Di 6’ê Adarê de saet di 11.00’an de li Plaza Çîçek wê kongreya me hebe. Em di 8’ê Adarê de saet di 18.30’an de wek Platforma Jinan a Demokratîkl wê li Kirkayak bên gel hev û meşê pêk bînin. Em hemû jinan dipên meşê.”