Nobeda Edaletê di roja 10'an de ye: Tecrîda li Îmraliyê bi dawî bikin 2022-02-24 15:33:21     ÎZMÎR - "Nobeda Edaletê" ya girtiyên nexweş û yên ku înfaza wan hatiye şreiysnfin a li Îzmîrê di roja 10'an de berdewam dike. DAD a Îzmîrê bi armanca piştevaniyê serdana çalakiyê kir. Malbatên di çalakiyê de jî xwestin ku tecrîda li Îmraliyê bê rakirin.   Çalakiya "Nobeda Edaletê" ya malbatên girtiyên nexweş û ên ku înfaza wan hatiye şewitandin li Baroya Îmzîrê di roja 10'an de berdewam dike. Komeleya Demokratîk a Elewiyan (DAD) a Îzmîrê çû serdana malbatan. Di çalakiyê de Hevserokê DAD'ê yê Îzmîrê  Zeynel Bozkurt axivî û bal kişand ser dagirkirina Rusya ya Ukraynayê. Zeynel diyar kir ku şerê parvekirinê yê dewletan  di ser gelan re tê kirin û li Rojhilata Navîn pêvajoya bi vî rengî zerar daye gelan.   'Ji bo girtiyên nexweş edalet'   Zeynel anî ziman ku di kesayeta Aysel Tugluk de wan ji bo hemû  girtiyên nexweş platform ava kirin û got ku divê ji bo hemû gitiyan edalet pêk bê."   'Dewlet kêfî tevdigere'   Ji xizma  girtiyan Hanîfe Gumuş jî got ku Turkiye tenê li Gelê Kurd zilm nekiriye li gelên din ên cîhanê jî zilm kiriye û berdewam kir, "Bi vê dewletê re ne qanûn û ne jî wicdan heye. Kî serî rake dixwazin wan bêdeng bikin. Em ji bo zarokên xwe li vir in û naxwazin tu kes bimire û şer bê kirin. Bila girtiyan serbest berdin. Lawê min Nezîr Gumuş li Girtîgeha Bandirmaya Balikesîrê tê girtin û hemû qawîş bi koronayê ye.  Doktor qet eleqedar nebûye. Em dixwazin edalet pêk bê. Dewlet kêfî tevdigere."   Tecrîda Îmraliyê   Hanîfe diyar kir ku zarokên wan li girtîgehên ji wan dûr tên girtin û wiha dawî li axaftina xwe anî, "Em naxwazin ku tu kes bê girtin. Serokê me jî di bin tecrîdê de ye û ne dikare bi malbata xwe ne jî bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike .Ev ne hiqûq e.  Çareserî bidawîkirina terîdê ye."