Dê li Kobanê bi çalakiyên cur be cur 8'ê Adarê were pêşwazîkirin 2022-02-24 14:20:51     KOBANÊ - Bi nêzikbûyina 8'ê Adarê Roja Jinê ya Cîhanê, Kongereya Star a Kantona Kobanê  ji bo pêşwazîkirina 8'ê Adarê dest bi xemilandina Kantona Kobanê kir. Bi çalakiyên cur be cur dê 8'ê Adarê were pêşwazîkirin.   Ji bo pêşwazîkirina 8'ê Adarê, Endamên Koordînasyona Kongereya Star a Kantona Kobanê dest bi xemilandina Kantona Kobanê kirin. Alên Kongereya Star li her çar aliyên kantona Kobanê hatin daliqandin. Di destpêkê de al li ser rêya Helincê ya Rojhilatê Kobanê hatin daliqandin. Piştre berê xwe dan rêya Cereblûs, Minazê. Bi vî rengî jinan dest bi xemilandin û çalakiya pêşwazîkirina 8'ê Adarê dikin.