Meclîsa Jinan a HDP'ê bernameya 8'ê Adarê aşkera kir 2022-02-24 11:55:42   ENQERE - Meclîsa Jinan a HDP'ê bi dirûşma "Em ê bi hev re biguherînin û niha dema jinê ye" dê dakevin qadan û 8'ê Adarê pêşwazî bikin. Dê li 6 herêman 38 bajaran çalakî û bernameyên cuda bên lidarxistin.    Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) dest bi xebatên xwe yên 8'ê Adarê kirin. Îsal dê bi dirûşma "Em ê bi hev re biguherînin û niha dema jinê ye" dakevin qadan. Meclîsa jinan bernameya xwe ya çalakiyan îro aşkera kir.    Li gorî bernameya ku hat aşkerakirin dê li 6 herêman 38 bajaran çalakî û bernameyên cuda bi tevlîbûna parlamenterên HDP'ê bên lidarxistin. Jinan, di 28'ê sibatê de ji bo bîranîna Denîz Poyraz dê li Îzmîrê starta çalakiyên 8'ê Adarê bidin.    Dê li Wan, Amed, Êlih û Şirnexê mîtîngên 8'ê Adarê bên lidarxistin. Ligel mîtîngan dê li Serhat, Amed, Marmara, Anotolyaya Hindûrîn û Deryaya Spî bernameyên cuda bên organîzekirin. Çalakiyên ku dê 38 bajaran pêk bê, dê bi tevlîbûna partiyên siyasî, sazî û rexistinên sivîl ve bên organîzekirin.    Bi minasebeta 8'ê Adarê dê; panel, semîner, şahî, konser, bernameya qertşandinê ya ji bo girtiyên jin, pêşengeha wêneyan, rojên îmzeyên pirtûkên jinan, qurnefîl belavkirin, belavkirina belavokên di çarçoveya 8'ê Adarê da hatî amadekirin, meş, daxuyanî, bernameyên dengbêjan, serdana "Nobetên Edaletê" û hwd. bernameyên cur bi cur dê bên lidarxistin.