ROJAVA 24'Ê SIBATA 2022'YAN 2022-02-24 09:00:00   * Edaleta ku bingeha xwe ji Civaka Xwezayî digire bi serdeman re li gorî berjewendiya serdestan şekl girtiye û heta îro hatiye.  Îro li her deverê bangewaziya pêkanîna edaletê dengvedide. Gelo civak edaleteke çawa dixwaze? DOSYA   * Ayşe Çatikkaş, li dijî civaka feodal li ber xwe da û dikana nanê selê vekir. Ayşeya ku ji 14 jinan re derfetên kar vekir, niha ji ber qeyrana aborî nikare debara xwe bike. Ayşe, da zanîn ku berpirs hikûmet bi xwe ye û got: "Heta ku Erdogan neçe ev pirsgirêk çareser nebe."BI DÎMEN    *Ada Yildiz li ser hesabê xwe yê medyaya civakî diyar kir ku hatiye tacîzkirin û der barê gumanbaran de serlêdana sûc kir wiha got: “Ez an jî yek din. Em ne mecburin vê bijîn. Ez dixwazim di jiyanek azad û wekhev de bijîm.” BI DÎMEN   *Jinan bal kişandin ser zêdebûna tundiya li jinan tê kirin û diyar kirin ku polîtîkayên desthîlatdariyê yên zayendperest û bêcezahiştinê, kuştina jinan gihandine asta qirkirinê. DÎMEN HEYE   *Têkildarî êrişa nîjadperest a ku li dijî xwendevanên kurd ên li Zanîngeha Akdenîzê dixwînin hatiye kirin me mîkrofona xwe dirêjî jinên Amedê kir. Jinên Amedê êriş şermezar kirin û gotin: "Êrişên nîjadperest û faşîzma tê kirin nexweşî ye û ev rewş dilê me diêşîne. Gotinên siyasetmendaran kesan teşfîqî nîjadperestiyê dike."  DÎMEN HEYE