Malbata Gulistan Doku xistin bin çavan 2022-02-23 16:55:48     ENQERE - Malbata Gulistan Doku ya ku bi daxwaza edaletê û hevdîtina bi Wezareta Dadê çûbû ber wezaretê bi mudaxaleya polîsan rû bi rû man û hatin binçavkirin. Hat hînbûn ji bo kontrola tendirustiyê malbat birine nexweşxaneyê.   Dayika Gulistan Doku ya ku di 5'ê Çileya 2020'î de li Dêrsimê hat windakirin, Bedriye Doku û bavê Gulistanê Halit Doku her wiha xwişka wê Aygul Doku ji Wezareta Dadê daxwaza hevdîtinê kiribû. Bekir Bozdag ê ku nû tayînî Wezareta Dadê bû bi hinceta "ne musaît e" daxwaza randewiyê red kir. Polîsan li ber Wezareta Dadê mudaxaleyî malbatê kirin û kirin bin çavan.   Malbata Gulistan Doku piştî beşdarî civîna komê ya Meclisa IYI Partiyê bû çû ber Wezareta Dadê ya li Kizilayê. Malbatê li vir bi wêneyê "Gulistan Doku li ku ye" dirûşm berz kir. Malbatê diyar kir ew dixwaze bi Wezareta Dadê hevdîtinê bike û li vir daxuyanî da.    Aygul Doku diyar kir ku wan xwestine bi AKP'ê re hevdîtinê bikin lê belê ev yek pêk nehatiye û got ew dixwazin lêkolîna meclîsê ya derbarê windabûna Gulistanê pêk were. Aygulê got çima tevî hevdîtinan rêya darazê venabe.    Piştre dayika Gulistanê Bedriye Doku axivî û got tevî îfadeya malbata Zaynal Abrakov nakok e lê belê dîsa jî derbarê wan de lêpirsîn nehatiye destpêkirin. Her wiha Bedriye got ew tenê dixwaze keça xwe bibîne û got bila destên xwe têxin ser wijdanê xwe.    Malbatê piştre xwest bi Wezîrê Dadê Bekir Bozdag re hevdîtinê bike lê belê wezaretê wekî hincet got em ne musaît e. Polîsan li ser vê yekê xwestin malbatê ji wezaretê dûr bixin û ew kirin bin çavan.    Hat hînbûn malbata Gulistan Doku birine Nexweşxaneya Dewletê ya Fatihê ya Sincanê.