Çalakiya 'Nobeta Edaletê' 73 roj in didome 2022-02-23 15:46:52     WAN - Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya malbatên girtiyan li Baroya Wanê 73 roj in didome. Parlamenterê HDP'ê Sezaî Temellî serdana nobetê kir û bal kişand ser girîngiya çalakiya nobetê.    Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya li Wanê 73 roj in didome. Malbatên girtiyan li Baroya Wanê çalakiya xwe didomînin. Malbat daxwaza serbestberdana girtiyên nexweş dikin û bal dikişînin ser binpêkirina mafên girtiyan. Nobet îro ji hêla dayika Malîk Demîragaç ê ku li Girtîgeha Tîpa T ya Bandirmayê girtiye Emîne Demîragaç, Hevjîna Ebedîn Abî yê ku li Girtîgeha Tîpa F a 2'yem a Bunyan Kayseriyê girtiye Zubeyde Abî û bavê Botan Tîmûr ê ku li Girtîgeha Tîpa F a Wanê girtiye Kazim Tîmur ve hat berdewamkirin.    Îro parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Wanê Muazzez Orhan û Sezaî Temellî, hevşaredarê Bajarê Mezîn a ku li şûna wî qayûm hatibû tayînkirin Mustafa Avci, hevseroka HDP'ê ya Wanê Handan Karakoyun û rêveberên serdana nobetê kirin.    Parlamenter Sezaî Temellî, di serdana nobetê de wiha axivî: "Heke li welatekî mirov li ser wateya edaletê raweste, divê mirov di serî de girtîgehên wî welatî binêre. Li Tirkiyeyê îro bêadelatiyeke mezin heye. Ev tişt li girtîgehan xuya dike. Li girtîgehan binpêkirina mafan derketiye asta herî jor. Girtiyên siyasî bi îşkenceyan re rûbirû dimînin. Çalakiya ku ji hêla dayikan ve hatî destpêkirin, ji bo parêzvanên mafên mirovan û alîgirên demokrasiyê yên li Tirkiye û Ewropayê re bangewaziyek e. Di vê helê de divê her kes hestiyar tevbigere. Niha li girtîgehan herî zêde hezar û 400 girtiyên nexweş hene. Di nav wan de rewşa 400 girtiyan jî giran e. Wezareta Dadê, dezgehên girtîgehê û Saziya Tiba Edlî (ATK) vî tiştî baş dizanin. Lê ligel zanînê jî ev rewş didome."   Sezaî, banga serbestberdana girtiyên nexweş kir û got: "Divê girtiyên nexwex demildest bên berdan. Her wiha bi sedan girtiyên wek Aysel Tugluk ên raporên wan heyî nayên berdan. ATK li dijî sonda Hîpokratê raporek amadekir. Em bang li derdorê dikin ku kesên sonda Hipokratê kirine bila tişta ku pêwist bike. Divê tişta ku hevce ji hêla Wezareta Dadê ve bê kirin."