ARSÎSA'yê çalakiya roja zimanê dayikê li dar xist 2022-02-23 14:24:00     WAN - ARSÎSA'yê bi munasebeta 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê çalakî li dar xist û di çalakiyê de belge da xwendekaran. Di çalakiyê de li ser polîtîkayên asîmîlasyonê yên li ser zimanê kurdî hat sekinandin.    Komeleya Çand, Huner û Lêkolînên Ziman (ARSÎSA) bi munasebeta 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê çalakî li dar xist. Dayikên Aştiyê, TJA, parlamenterên HDP'ê Sezai Temelli, HDP, DBP, nûnerên saziyan û gelek kes beşdar bûn. Her wiha piştî bernameyê belge li xwendekarên serkeftî hatin belavkirin.    'Têkoşîna ji bo ziman rûmet e'   Rêveberê ARSÎSA'yê Murat Sekmen, da zanîn li dijî zimanê kurdî polîtîkayên qirkirin û asîmîlasyonê tên meşandin û ew li dijî van polîtîkayana li berxwe didin. Murat da zanîn ku divê polîtikayên li dijî ziman vala bên derxistin û got têkoşîna ji bo ziman rûmet e.   'Divê her kes li kurdî xwedî derkeve'   Hevseroka HDP'ê ya bajêr Handan Karakoyun, da zanîn a netewekî dike netew ziman e û wiha got:"Dewletên destlihatdar zimanên qedîm dixwazin tune bikin. Ji bo ziman tune nebe divê her kes xwedî lê derkeve. Em bang li herkesî dikin ku li zimanê xwe xwedî derkevin."   'Em li dijî asîmîlasyonê bisekinin'   Herî dawî Parlamentera HDP'ê Muazzez Orhan, wiha got:"Her gel bi zimanê xwe tê naskirin. Ziman nasnameya civakê ye. Kurd îro li dijî hemû polîtîkayên zextê li berxwe didin. Îro li ser rûyê dinyayê gelek ziman bi tunebûnê rû bi rû ne. Divê em li dijî polîtîkayên dijminatiyê û asîmîlasyonê yên li Kurdistanê dikevin meriyetê li berxwe bidin."   Piştre belgeyên xwendekaran hatin dayin û stran hatin gotin.