‘Jin dê bi hev re pergala mêr hilweşîne' 2022-02-23 09:04:05   Rojda Aydin   ŞIRNEX - Hevseroka HDP’ê ya Cizîrê Zîlan Ecevît, êrîşên li ser jinan û mirina bi guman a jinan nirxand û got: "Polîtîkayên bêceza hiştinê rê li ber kuştîn û şîdeta li hemberî jinê vedike. Li dijî vê divê jin li hemberî polîtîkayên AKP'ê serî rakin. Her wiha em jin dê bi hev re pergala mêr hilweşînin."    Li gorî daneyên ajansa me di seranserê sala 2021'ê de 311 jin hatine qetilkirin û 181 jin jî bi guman jiyana xwe ji dest dane. Her wiha li gorî daneyên meha çileya îsal jî 31 jin, 4 zarok hatin qetilkirin, 30 jin û 11 zarok bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest dan. Daraza mêr jî bi polîtîkayên bêcezahiştinê tundî paşguh kir rê li ber kuştina jinan vekir. Li Şirnexê jî kuştina jinan a bi gûman di demên dawiyê de zêde bûne. Ligel mirinên biguman, mirinên jinan wek xwekuştinê jî nîşan didin. Derbarê mijarê de hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a navçeya Cizîra Şirnexê Zîlan Ecevît, têkildarî êrîşên li ser jinan ji ajansa me re axivî.    'Polîtîkayên bêzecahiştinê didome'   Zîlan, anî ziman ku piştî Peymana Stenbolê hat betalkirin şûnde kuştin û êrîşên li ser jinê zêdetir bûn û got: “Hebûna vê peymanê pêşiya tundiyê û kuştina jinê digirt. Lê belê bi betalkirina peymanê re êrîşên ser jinê di demên dawiyê de gelek zêde bûn. Serbestberdana kujer û êrişkaran rê li ber êrişên li hemberî jinan vekir. Ji ber polîtîkayên bêcezabûnê ev êrîş zêde dibin. Sedema vê jî hikûmet bi xwe ye."   'Mirinên bi guman nayên ronîkirin'   Zîlan, destnîşan kir ku bi taybetî li herêma Şirnexê hejmara mirina bi guman a jinan zêde bûye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Hema bêje ji du rojan carê mirina bi guman a jinek pêk tê. Lê tu carî ev jinên ku bi awayek bi guman jiyana xwe ji dest didin ser wê nayê sekinandin. Her wiha hejmara xwekuştinê ya jinên ciwan jî zêde ye. Bi taybetî ji hêla malbatan ve ev xwekuştin û mirinên bi guman tên weşartin û nahelin ku bûyer bê ronîkirin."   Meşrûkirina mirina bi guman a jinan...    Zîlan, di axaftina xwe de bal kişand ser şîdeta fîzîkî, aborî û derûniyê û wiha bi lêv kir: "Gelek jin bi şîdeta fîzîkî, aborî û derûniyê re rûbirû dimîne. Ev tişt jî dibin sedema xwekuştina jinê. Şirnex veguheriye girtîgehekê vekirî. Cend rojan carekî agahiya mirineke bi guman a jinê tê ber guhê me. Bi taybetî dewlet li ser wan mirinan nasekîne û hewceyê lêkolînê nabîne. Jin hem ji aliyê dewlet, hem ji aliyê malbat û hem jî ji aliyê mêr ve bi şîdetê re rûbirû dimîne. Dewlet jî bi poltîtîkayên bêcezahiştinê jî mirina jinê meşrû dike."   ‘Mafê jinan tê înkarkirin'    Zîlan, diyar kir ku polîtîkayên hikûmetê rê li ber kuştina jinan vedike û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Komkujiya jinan bi destê dewletê ve pêk tê. Kesên ku pergalê bi rêve dibin mêr in û kesên ku jinê dikujin dîsa mêr in. Ji hevdû hêz digirin. Tu carî kujerên jinan nayên cezakirin. Ev tişt wek siyaseteke tê meşandin. AKP tenê li ser înkarkirina mafên jinan tevdigere. Tu carî hikûmetê mafên jinan a di hêla aborî, siyasî û civakî de neparastiye."   'Em ê bi hev re pergala mêr hilweşînin’   Zîlan, di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser têkoşîna jinan a bi hev re û got: "Em bang li hemû jinan dikin ku li hemberî şîdet û kuştina jinan bêdeng nebin. Li dijî polîtîkayên hikûmeta AKP'ê divê jin serî rake. Ev tişt ne tenê bi jinên kurd re divê bi jinên erep, çerkez, sûryan û tirk re têkoşîn bê dayîn. Em jin bêdeng nabin û em ê bi hev re vê pergala mêr hilweşînin."