Li Wanê Nobeda Edaletê di roja 72'emîn de berdewam e 2022-02-22 16:25:17     WAN - Endamên Meclisa Ciwanan a HDP'ê yên çûn serdana "Nobeda Edaletê" banga divê her kes tevli têkoşînê bibe kirin.    Nobeda Edaletê ya ku ji bo girtiyên nexweş û ên înfaza wan hatiye şewitandin li Baroya Wanê hat destpêkirin di roja 72'emîn de berdewam dike. Îro endamên Melisa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) çûn serdana çalakgeran.   Endama Koordînasyona Ciwanan a HDP'a Wanê  Rojbîn Varhan di serdanê de axivî.  Rojbînê bal kişand ser pêkanînên dijmirovî yên ku tên kirin û got ku ciwan piştgiriyê didin berxwedana ji aliyê dayikan ve hatiye destpêkirin. Rojbînê tecrîda girankirî ya li Ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tê meşandin jî bi bîr xisst, got ku tecrîda li Îmraliyê li tevahiya civakê belav bûye û berdewam kir, "Tecrîda li ser brêz Ocalan li tevahiya civakê belav bûye û ev jî bandora xwe li ser her kesî dike."   'Netehliyekirina wan sûcê mirovahiyê ye'   'Rojbînê bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş û got, "Rapora girtiyên nexweş a 'Nikarin di girtîgehê de bimînin' heye û nikarin li girtîgehê bijîn. Rewşa Aysel Tugluk jî miînaka vê ye. Girtiyên di vê rewşê de hene. Kesên ku bi awayekî dijqanûnî di girtîgehê de ne divê demildest bên berdan."   'Berxwedana wan a me ye'   Rojbînê Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşar û lawê wê Fertî Şenyaşar jî bi bîr xist û ev tişt got, "Berxwedana dayê Emîne berxwedana me ye jî. Wekî dayikên li vêderê demek dirêj e di nobeda edaletê de ye. Kiryar nayên girtin lê bi caran îfadeya dayê Emîne hatiye girtin. Berxwedana wan a me ye."   'Li Tirkiyeyê edalet tune ye'   Rojbînê got ku li Tirkiyeyê Edalet tune ye û wiha dirêjî da axaftina xwe, "Îqtîdar li gorî xwe qanûnan çêdike. Herwkes vê baş dizane. Ev vê rewşê qebûl nakin."   Rojbînê diyar kir ku divê herkes bibe dengê girtiyan û wiha bang li tevahiya civakê kir, "Bila her kes tevli berxwedanê bibe."