Aygul Dokû: Divê herkes li Gulistanê xwedî derkeve 2022-02-22 16:08:50     ENQERE - Aygul Dokû ya di komcivîna HDP'ê de axivî bi lêv kir ku bila gumanan nekin em ê yeko yek hesabê van rojan ji tevan bipirsin û got:"Divê herkes li Gulistanê xwedî derkeve."   Dayik, xwişk û bavê xwendekara Zanîngeha Mûnzûrê Gulistan Dokû ku di 5'ê çileya 2020'an de li Dersimê winda bû Bedriye, Halît û Aygul Dokû tevlî komcivîna HDP'ê bûn. Piştî axaftina Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan, xwişka Gulistanê, Aygul Dokû axivî û ji kursiyê meclisê yê koma HDP'ê ji bo xwişka xwe bang kir.     Aygulê, ji ber derfet dayîna wê spasiya HDP'ê kir û destnîşan kir ku xwişka wê 781 roj in winda ye û ev tişt gotin: "Dixwazim ku ji kursiyên AKP, MHP û CHP'ê û partiyên din jî vê pirsê bikim. Em dixwazin ku ew jî li me xwedî derkevin. Gulistan xwendekara zanîngehê bû. Rexmî xizaniya malbata xwe jî me şand dibistanê. Em li bendê bûn ku Gulistan bê malê, ez kesên ku vê bi taritiyê bi me didin jiyandin nelet dikim. Dixwazim ku ew vê baş bizanibin; ne îro roja ku em xwe radest bikin û Gulistanê wê rojê di tarîtiyê de bihêlin. Heta ku em Gulistan Dokû nebînin û hesab ji kesên ku tarîtiyê bi me didin jiyandin nepirsin em ê xwe radest nekin. Bila gumanan nekin em ê yeko yek hesabê van rojan ji tevan bipirsin."   'Zanîyal Abarakov nehat binçavkirin'   Di berdewamê de Aygulê, da zanîn ku di 5'ê çileyê de rayedarê bi navê Tûncay Sonel bi telefonê li wan geriyaye û ji wan re gotiye, 'Keça we întihar kir, li ser zarokê xwe sond dixwim ku ez ê cenazeyê wê bidim we' û ev tişt anîn ziman: "Tûncay Sonel waliyê demê, got keça we întihar kiriye. Hadê bila wisa be. Heke Gulistan Dokû întihar kiribe, di belgenameya krîmînal a dozgeriyê bixwe şandiye de çima tê diyarkirin ku tiştekî xwe avêtiye avê tune ye? A duyemîn gumanbarê sereke Zanîyal Abarakov nehat binçavkirin. Me gelek caran anî ziman û got ku tê parastin. Lê me nikaribû dengê xwe bidin bihîstin. Dayika gumanbarê sereke ji CÎMER'ê re daxwaznameya nivîsandiye û gotiye, 'kurê min bi ferman walî bixwe şandine Rûsyayê'. Banga min li tevahiya dozgeran, bi wijdan bifikirin. Gelo peywira amirê mulkî yê bajar derxistina gumanbar a ji bajar e yan astengkirina wî ye?"   'Divê herkes li Gulistanê xwedî derkeve'   Aygulê, bi lêv kir ku xwedî nasnameya kurd û got ku ew bang li hemû kesên xwedî nasnameya tirk dike û ev tişt got: "Xwişk û birayên xwoşewîst di vê pêvajoyê de min gelek êş kişand. Beriya 5'ê çileyê van bûyeran nizanibûm. Heke hûn bûna wê van tiştan bihatina serê we jî. Ji bo ku siberojê hûn jî di tarîtiyê de li Gulistanên xwe negerin tiştên hatine serê xwe vedibêjim. Nasname û nîjada we çi dibe bila bibe dibe ku sibê hûn jî êşê bijin. Ez vê bi xemgînî dibêjim. Dixwazim bang li rayedarên dewletê jî bikim. Rast e Gulistan ne keça we ye, kîjan hevokê bi kar bînim jî ez ê bi bandor li we nekim. Daxwaza min ew e ku hûn keçeke ciwan a 21 salî di tarîtiyê de nehêlin. Divê herkes li Gulistanê xwedî derkeve. Heke em Gulistan di tarîtiyê de bihêlin em ê hêviya xwe têk bibin. Roja ku xwe radestî vê êşê bikim ez ê bimirin. Lê vê bizanibin heta ku hesabê vê ji we nepirsim sond ez ê nemirim."   Piştre malbata Gulistanê tevlî komcivîna CHP'ê bû.