Nobeda Edaletê di roja 99'an de ye: Edalet ji bo her kesî lazim e 2022-02-22 15:00:29     AMED - Malbatên girtiyan li ber Girtîgeha Tîpa D ya Amedê xwestin daxuyaniyek girseyî bidin çapemeniyê. Lê belê daxuyaniya bi girseyî ji hêla polîsan ve hate astengkirin. Malbatan bi dirûşma “ Bijî berxwedana zindanan” astengî şermezar kirin.   Nobeda Edaletê ya Amedê ku ji aliyê xizmên girtiyan hatibû destpêkirin di roja xwe ya 99’emîn de berdewam dike. Malbatên girtiyan li ber Girtîgeha Tîpa D ya Amedê xwestin daxuyaniyek girseyî bidin çapemeniyê. Komeleya Piştevanî û Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUHAYDER), Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) a bajarê Amedê, Federasyona Komeleyên Piştgiriya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (MED TUHAD-FED), Komeleya Çand Yekitî Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên di Dergûşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Winda Kirine (MEBYA-DER), Komeleya Hîqûqnasên ji bo Azadiyê(OHD) û Partiya Herêmên Demokratîk beşdar bûn.   Beriya daxuyaniyê partî û rêxistinên sîvil ji hêla polîsan ve hatin dorpêçkirin. Piştî nîqaşên demdirêj polîsan destûr nedan ku girseyî nêzî malbatan bibe û malbat rewşê şermezar kirin û destnîşan kirin ku ew ê li ku li edaletê bigerin.   ‘Em ê sibehê biçin ber ATK’ê’   Xizma girtî Încî Guler, diyar kir ku ew dixwazin dengê wan ê ji bo edaletê were bihîstin û wiha bertek nîşanî astengiya polîsan da: “Partî û rêxistinên sîvîl dixwazin piştgiriyê bidin me û dengê me bidin bihîstin. Lê belê nayê xwestin ku dengê me biçe her deverê. Dewlet dixwaze kesên ku li edaletê digerin tenê bên hiştin. Lê belê em ê li pey daxwaz û çalakiya xwe bin û dê sibehê biçin ber ATK’ê.”   ‘Edalet ji bo her kesî lazim e’   Xizma Girtî Nazîfe Boltan jî axivî û destnîşan kir ku heya ku daxwazên wan neyê bicîhanîn ew ê têkoşîna xwe ya ji bo edaletê bidomînin. Nazîfe, got: “Em tenê edaletê dixwazin. Bila malbat û hemû dengên muxalîf dengê me bibîhisin û piştgirîyê bidin me. Em ji bo edaletê li vir in lê belê daxwaza me ya edaletê wek sûc tê dîtin ku bi sedan polis me dorpêç dikin. Edalet ji bo her kesî lazim e.”   Daxuyanî bi dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” bi dawî bû.