Guler Tunç îfade da 2022-02-22 13:54:22     ŞIRNEX - Hevseroka berê ya HDP’ê ya navçeya Cizîrê Guler Tunç bi îdaya “Propagandaya Rêxitinê” îfade da.   Hevseroka berê yê Partiya Herêmên Demokratîk a Gelan (HDP) ya Cizîrê Guler Tunç bi îdiaya “Propagandaya Rêxistinê” li Bîroya Amîrtiya Têkoşîna li Hember Terorê îfade da. Di îfadeyê de parvekirinên Guler ên medyaya dîjîtal hincet hatin nîşankirin.   Gulerê di îfadeya xwe de diyar kir ku ew parvekirinên xwe di çarçoveya  azadiya xwe ya  îfadeyê de kiriye û ew sûc nayên hesibandin. Li gel vê jî di îfadeyê de ji Gulerê pirsa "Kesekî we di rêxistinê de cih digire yan na?" Li derdora te kesên ku endamê rêxistinê hene, tiştên hatine guhê te çi ne?" hatin kirin.