Li Manîsayê hevserokên HDP'ê hatin girtin 2022-02-22 13:35:31     MANÎSA - Hevserokên HDP'ê yên Turgutluyê Mesut Hayri Boku û Naile Gumuştaş hatin girtin.   Hevserokên HDP'ê yên Turgutluyê Mesut Hayri Boku û Naile Gumuştaş ên di 14'ê Sibatê de hatibûn binçavkirin, hatin girtin. Hevserokên di çarçoveya lêpirsîna serdozgeriyê ya di Gulana 2021'ê de hatin binçavkirin derketin dozgeriyê. Piştî lêpirsîna dozgeriyê bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin. Piştre bi sûcê "endamtiya rêxistinê" hatin girtin.    Mesut Hayri Boku birin Girtîgeha  Tipa T a Manisayê û Naile Gumuştaş jî şandin Girtîgeha Tipa E ya Manisayê.