Nobeda Edaletê didome: Gelê Rihayê şahidê berxwedana li dijî zilmê ye 2022-02-22 12:22:29   RIHA - Emîne û Ferît Şenyaşar Nobeda xwe ya Edaletê  di roja 351'ê de berdewam dikin.   Çalakiya Nobeta Edaletê ya Emîne û Ferît Şenyaşar a li pêş Edliyeya Rihayê daye destpêkirin di roja 351'ê de berdewam dikin. Nobeta ku dayika Emîne Şenyaşar ji ber nexweşiya xwe nikarî tevlî bibe, Ferît Şenyaşar didomîne.    Malbatê li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal ev peyam parve kir: “Gotina herî baş a mirov têkildarî hiqûqê bibêje ew e ku heke bi rêya darazê zilm hebe, berxwedan heq e. Gelê Rihayê şahidê berxwedana li dijî zilmê ye. Hem li pêş hiqûqê hem jî di sindoqê de hûn ê bedelê bidin.”