Pirsgirêka penaberan: Bêhestiyar nemînin 2022-02-22 09:06:56   Marta Somek   STENBOL - Hevseroka GOÇÎZ-DER Kamîle Kandal balkişand ser êrîş û hedefgirtina penaberan û diyar kir ku ger pêngav bê avêtin wê çareserî pêk bê an jî dewlet wê nokteya ewlehiyê, aliyê aboriyê bike hincet.   Ji ber krîza aborî, şer û gelek sedeman kes ji welatên xwe koçber dibin û di dema koçberiyan jî jin û zarok di rê û kampan de her cureyê îstîsmar, tacîz û tecawizê re tên rû hev. Her wiha penaber bi êrîşên nîjadperest re rûbirû dimînin û tên qetilkirin. Di 10’ê çile de Naîl Alnaîf yên Suriyeyî li mala xwe bi kêrê hat qetilkirn û di 22’yê çile de yek jê jin du Sûriyeyî li Bursayê di êrîşê de hatin qetilkirin. Dîsa di 1’ê sibatê de 22 penaber ji aliyê Yewnanîstanê ve cil û bergên wan hatin girtin û 19 jê ji sermana jiyana xwe ji dest dan.   Hevseroka Komeleya Şopandina Penaberan (GOÇÎZ-DER) Kamîle Kandal der barê mijarê de ji ajansa me re nirxandin kir.   Kamîleyê got li hemû cîhan û Tirkiyeyê pirsgirêkên penaberan giran dibin û dibin sedema ku jiyana xwe ji dest bidin û got: “Em naxwazin tu kes jiyana xwe ji dest bibin îşkencê bibînin. Lê ger dewlet van çareser nekin wê ev êrîş û mirin zêdetir bibin. Yekitiya Ewropayê, penaberan sûcdar dike û krîmînalîze dike. Bi Peymanên Qebûlkirina Şûnde ya dewletan îmze kiriye, dewlet bi polîtîkayên ewlehiyê sînoran ji penaberan re venakin. Ev polîtîka YE’ê ye.  Dewletên vê peymanê îmze dikin jî hevkarê vî sûcî ne.  Tu kes ji ber rehetiya xwe welatê xwe terk nake. Li sînorê me 10 sal in şerên Sûriyeyê tê jiyîn. Bi mîlyonan kes hatin Tirkiyeyê. Em li hemû bajaran bi penaberan re dijîn. Ev êdî bû mijara me.”   ‘Bi dayîna pere ev nayê çareserkirin’   Kamîleyê daxuyand ku divê her dewlet çarseriya xwe bike û qada navneteweyî çareseriyekê pêk bîne. Kamîleyê got YE polîtîkayek dirû pêk tîne û wiha dirêjî dayê: “Ji bo sînorên xwe venekin, dewletên din jî teşwîq dike. Divê bên çareserkirn. Dvê Peymana Şûnde Qebûlkirinê bê betalkirin. YE tenê bi dayîna pereyan nikare vê pirsgirêkê çareser bike. Ne tenê ev 19 kes, yên li Egeyê xeniqîn, yên li Yewnanîstanê hatin avêtin her kes penaberan dişînin ji hev re. Tirkiye ji vir dişînin. Her kes ji aliyekî ve penaberan dişînin ji hev re. Penaber ji bo jiyaneke baştir hewl didin derbasî welatên Ewropa bibin. Lê mixabin bi binpêkirinên dijmirovahiyê re tên rû hev. Dema diçin jî her tiştî dibin ber çavan. Ez bang li welatan dikim ku bi penaberan re empatiyê ava bikin û wan fêm bikin. Zimanê muxalefet û desthilatdariyê di mijara penaberan de dibe yek. Ev jî rê li ber erîşên nîjadperest vedike. Em bang dikin ku ji bo ev pirsgirêk çareser bibe divê her welat di esasa mafê mirovan de hinek tiştan bikin. Hewce bi gotineke ku nîjadperestiyê ji holê radike heye.”   ‘Tiştên ku jin û zarok dijîn’   Kamîleyê balkişand ser pirsgirêka jin û zarokên penaber û daxuyand ku gelek jin û zarok di behrê de difetisin û wiha bi lêv kir: “Li çemê Merîç jin û zarok fetisîn. Malbateke ji Îranê dihat Tirkiyeyê, di rêde cemidîn, dayika zarokan jib o zarokên wê necemidin goreyên xwe xistibû destê zarokên xwe û dayikê jiyana xwe ji dest da. Her wiha ev tenê çend mînakin. Bi hezaran bûyerên wisa hene. Her wiha li kampan jin dikevin fuhuşê. Fuhuş lê tên ferzkirin. Em pêngavê bavêjin wê çareserî pêk bê. An jî wê dewlet aborî û ewlehiyê bike hincet û polîtîka xwe bidomîne.”   Xebatên GOÇÎZDER   Kamîleyê di dawiya axaftina xwe de wiha bal kişan ser xebatên komeleyê: “Em ji navçeyên Stenbolê wê dest pê bikin û wê semînerên hişmendîkirinê pêk bînin. Divê bi awayekî cidî civak bê perwerdekirin. Dewlet û muxalefet bê hestiyare lê em ê bêhestiyar tevnegerin. Divê em civakê bikin xwedî hişmend. Di vê mijarê de em ê semînaran pêk bînin. Projeyên me yên civakî û hiqûqî hene. Em ê van bikin jiyanê.”