Malbata girtiyê nexweş: Di bin zilmê de dê çawa bên tedawîkirin? 2022-02-22 09:02:00   Rojda Aydin     ŞIRNEX - Girtiyê nexweş Nûrettîn Başaran ku ji sedî 78 astengdar e û li gel rapora "Nikare di girtîgehê de bimîne" heye ji nayê berdan. Hevjîna wî Kaniya Başaran got: "Gelo girtî di bin zilmê de dê çawa bên tedawî kirin? Ji girtiyên nexweş çi dixwazin. Ger tiştek bi wan bê berpirs hikûmet bi xwe ye. Em daxwaza berdana girtiyên nexweş dikin."    Girtiyê nexweş Nûrettîn Başaran, li navçeya Cizîra Şirnexê di dema qedexeyên derketina derve yên di navbera salên 2015-2016'an de bi îdiaya "Endamtiya rêxistinê" û "Propagandaya rêxistinê" hat girtin, bi îfadeyên "Şahidên nepen" cezayê muebedê lê hat birîn. Berî bê girtin qezayek trafîkê derbas kir û ji pişta xwe birîndar bû. Piştî hat girtin tedawiya wî nîvco ma. Nûrettîn ji sedî 78 astengdar e û rewşa wî her diçe giran dibe. Ligel rapora ku "Nikare di girtîgehê de bimîne" heye jî nayê berdan. Nûrettîn Başaran niha li Girtîgeha Tîpa T ya Girê Sor a Rihayê girtî ye. Piştî ku anjo bû jî niha nikare nikare ser piyên xwe bisekîne. Nûrettîn, bi sendelyeya biteker diçe û tê. Di 10’ê çileyê de ji bo tedawiyê wî sewqê Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Mehmet Akîf Înan a Rihayê hatibû kirin, lê Nûrettîn, tedawî red kir.   Derbarê rewşa wî de hejîna wî Kaniya Başaran axivî û bal kişand ser rewşa girtîgehê.    ‘Roj bi roj rewşa wî nebaş dibe’   Kaniya, anî ziman ku Nûrettîn ev 6 sal in di girtî ye û wiha dest bi axaftina xwe kir: "Beriya ku bê girtin qezeya trafîkê derbas kir û platîn xistin pişta wî. Ji ber nedîtina tedawiya fîzîkî rewşa wî bêtir xirab bû. Berê bi gopal diçû û dihat lê niha bi sendeleyeya biteker diçe û tê. Rewşa wî her ku diçe giran dibe. Bijîşk dibêjin divê em nigê wî jêbikin. Lê belê ew vî tiştê qebûl nake. Ew nikare li xwe binêre. Ez dixwazim bê berdan ku tedawiya wî li derve bê kirin."    ‘Bi alîkariya hevalên xwe jiyana xwe didomîne’   Kaniya, destnîşan kir ku 30 sal ceza li wî birîn û dosya niha li dadgeha bilind e û wiha bi lêv kir: "Ligel nexweşiya wî dihat zanîn jî ceza lê hat birîn. Sedema rewşa wî hikûmet bi xwe ye. Heke tedawiyeke rast bihata kirin ev rewş dernediket holê. Ez herî dawî çûm hevdîtina wî, lê rewşa wî nebaş bû. Nigê wî hatibûn pêçandin û li ser sendeleyeya biteker bû. Mirovekî nexweş di girtîgehê de rewşa wî dê çawa baş be. Hevjînê min ji ber nexweşiya xwe nikare pêdiviyên xwe bi cih bîne. Ji ber vê yekê hevalên wî alîkariyê dikin. Ji ber ku bi sendeleyeya biteker e nikare biçe qatên jor ê qawişê. Ji ber vê yekê ew li jêrê dimîne. Ger ku hevalên wî nebin ew nikare jiyana xwe bidomîne.”   ‘Daxwaznameyên me bê bersiv hiştin'    Kaniya, wiha bal kişand ser hewldanên ku ji bo berdana wî hatî kirin: "Ji bo serbest bê berdan gelek daxwazname hatine nivîsin, lê heta niha bersivek nehatiye dayîn. Lê belê em ê serdanên xwe bidomînin. Demek dirêje dosya wî li Dadgeha Bilind e. Ji ber nexweşiya wî em di nava fikaran de ne. Her roj ez wî difikirim. Beriya ku tiştek bê li serê wî, bila bê berdan û em tedawiya wî bikin.”   ‘Bila hemû girtiyên nexweş berdin’   Kaniya, diyar kir ku mafên girtiyan bi her awayî tê binpêkirin û wiha axivî: "Hemû girtiyên xweş bi vê zilmê re rûbirû dimînin. Di demên dawiyê de cenaze li ji girtîgehan derketin. Em ji ber vê rewşê bi fikar in. Em naxwazin tiştek bi girtiyan bê. Em naxwazin êdî jin û dayik bigirîn. Dewletê çav û guhê xwe girtiye û tu tiştî nake."   'Ji girtiyên nexweş çi dixwazin?'   Kaniya, bi bangawaziyê dawî li axaftina xwe anî û got: "Em daxwaza berdana wî û hemû girtiyên nexweş dikin. Beriya ku tiştek bi wî bê, bila bê berdan. Ger tiştek bi wî bê berpirsyar  hikûmet bi xwe ye. Gelo girtî di bin zilmê de çawa bên tedawî kirin? Ji girtiyên nexweş çi dixwazin. Ew dibin sedema girtiyên nexweş ku rewşa wan giran bibe. Daxwaziya me ew e ku di serî de girtiyên nexweş demildest bên berdan.”