Li Wanê 'Nobeta Edaletê' 71 roj in didome 2022-02-21 15:07:40     WAN - Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya li Baroya Wanê 71 roj in didome. Rêveberê HDP'ê ya Şaxê Nezîr Îldenîz, diyar kir ku dê têkoşîna dayikan bi ser keve.    Malbatên girtiyan ji bo balê bikişînin bi ser binpêkirina mafên girtiyan û ser rewşa girtiyên nexweş li Baroya Wanê 71 roj in çalakiya "Nobeta Edaletê" pêk tînin. Girtiyê nexweş Îbrahîm Alkan li Girtîgeha Wanê ye û hevjîna wî Dilşah Alkan û bavê Botan Tîmur ê li Girtîgeha Tîpa F a Wanê girtiye Kazim Tîmur çalakiya îro didomînin. Îro Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a navçeya Şaxa Wanê serdana nobetê kir.    Rêveberê HDP'ê ya Şaxê Nezîr Îldenîz, di nobetê de axivî û got: "40 sal in li hemberî Gelê Kurd polîtîkayên înkar û îmhayê tê meşandin. Em bang dikin ku bila daxwazên malbatan pêk bînin. Daxwazên malbatan daxwazên me ne jî. Em dibêjin demildest divê girtiyên siyasî bên berdan. Em di vê baweriyê de ne ku dê têkoşîna dayikan bi ser keve."