Baroya Rihayê pankarta 'Kamber Ateş Nasılsın' bi avahiya xwe ve vekir 2022-02-21 13:23:28     RIHA - Komîsyona Ziman a Baroya Rihayê, pankartek bi qasî 6 metreqareyî ku li ser nivîsa "Kamber Ateş Nasılsın" nivîsandî bi avahiya xwe ve vekir.    Komîsyona Ziman a Baroya Rihayê, 21'ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê diyarî dayika girtî Kamber Ateş ku dema 12'ê Îlonê ji ber qedexebûna kurdî hevoka "Tu çawayî Kamber (Kamber Ateş nasılsın)" hîn kiribû û tenê bi vê hovokê bi kurê xwe têkilî datanî Îpek Ateş kir. Komîsyonê pankartek bi qasî 6 metreqareyî ku li ser nivîsa "Kamber Ateş Nasılsın" nivîsandî bi dûwarê avahiya baroyê ve kir.