Di saet 20.00'an de li ser medyaya dijîtal xebata #PerwerdeyaBiKurdî 2022-02-21 12:48:06     AMED - Tora Ziman û Çanda Kurdî ji bo balê bikşîne li ser perwerdeya zimanê dayikê wê îşev li ser medyaya dîjîtal bi etîketa #PerwerdeyaBiKurdî xebata hashtagê bike.    Bi minasebeta 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê, Tora Ziman û Çanda Kurdî ji bo ku balê bikişîne li ser perwerdehiya bi zimanê dayikê wê îşev bi etîketa #PerwerdeyaBiKurdî xebata hashtagê bike.    Têkildarî mijarê Tora ziman, li ser hesabên xwe yên medyaya dîjîtal ev parvekirinê kir: “Tora Ziman û Çanda Kurdî bi boneya 21ê Sibatê bi dirûşma 'Em dixwazin hemû zimanan zindî bihêlin, azadiya hemû zimanan dixwazin û zimanê dayikê jiyan e' li ser medyaya dijîtal xebat didin destpêkirin. Em li bendê ne hûn piştgiriyê bidin vê xebatê.”   Wê hashtag bi etîketa #PerwerdeyaBiKurdî di saet 20.00'an de pêk bê.