Li Amedê panela li ser zimanê dayikê 2022-02-21 12:19:07   AMED - Bi minasebeta 21'ê Sibatê, bi pêşengiya Tora Ziman û Çanda Kurdî û Platforma Zimanê Kurdî panelek li ser ziman hat lidarxistin. Di panelê qala zextên li ser ziman hat kirin.    Bi pêşengiya Tora Ziman û Çanda Kurdî û Platforma Zimanê Kurdî (PZK), bi minasebeta 21’ê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê li oteleke navçeya Sûra Amedê panel hat lidarxistin. Ligel pêkhateyên torê, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Kongreya Civata Demokratîk (KCD), Partiya Komunîst a Kurdîstan (KKP) û Partiya Azadî û rêxistinên sîvîl beşdarî panelê bûn.    ‘Divê em zimamê kurdî bixin rojeva xwe ya sereke‘   Li ser navê Tora Ziman û Çanda Kurdî, Hevseroka Komeleya Lêkolînê ya Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED DER) Şîlan Elmas Kan axivî û got: "Em wek tor û platformê ji bo mebesta girîngiya ziman li hev civiyan. Divê em zimanê kurdî bixin rojeva xwe ya sereke. Têkoşîna me ya ji bo ziman wê hertim bidome.”   Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk jî destnîşan kir ku ji bo gel û netewek ziman babeta herî girîng e û anî ziman ku li dijî êrîşên li hemberê ziman têkoşîna wan wê hertim bidome.   ‘Lazime ku her netew bi zimanê xwe bijîn’   Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz jî di panelêd e axivî û bal kişand ser polîtîkayên sedsalî ya li hemberî ziman û wiha axivî: “Îro sîstem dixwaze tenê zimanê desthîlatdaran pêş bikeve û mayînde bike. Lewra li Tirkiyê zimanên zikmakî yên ji bilî zimanê tirkî polîtîkayên bişaftinê re rûbirû dimînin. Ziman ji bo netewek pêdiviyek wek av û nan e. Lazime ku her netew bi zimanê xwe bijîn, perwerdehî bibînin û bi zimanê xwe danûstandinê bikin. Îro her çiqas asrengî û qedexekirek li ser zimanê hebe jî ligel vê têkoşîn û xwedî derketinek heye. Heya ku zimanê kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê wê têkoşîna ji bo ziman bidome. Em naxwazin zimanê kurdî bi dersên hilbijêr ve bi sînordar bibe. Divê zimanê kurdî şûna dersên hilbêjer bibe zimanê perwerdehiyê.”   Panel ji çapeneniyê re girtî berdewam kir.