DBP: Li hemû qadên jiyanê ziman û çanda xwe biparêzin 2022-02-21 10:35:08   NAVENDA NÛÇEYAN - Navenda Giştî ya DBP' ê biboneya 21 ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî daxuyanîyek nivîskî weşand û roja zimanê dayikê pîroz kir.   Navenda Giştî ya Partîya Herêmên Demokratîk (DBP) bi wesîleya 21 ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê daxuyanîyek nivîskî weşand û destnîşan kir ku divê destûra bingehîn daxwazên çandî yên kurdan mîsoger bike.   Daxuyanî wiha ye:   "21ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê  ji aliyê Rêxistina Perwerde, Zanist û Çandê ya Neteweyên Yekbûyî(UNESCO) ve di sala 1999'an de hat îlankirin. Ev roj Ji bo ku ziman neyên jibîrkirin û piştgirî bidin pirzimanî û cihêrengiya çandî, bi çalakiyên cuda tê pîrozkirin. Li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî ji sedî 40’ê zimanên ku li cîhanê tên axaftin talokeya windabûnê li ser wan heye. Ev tabloya ku di encama siyaseta monîst a dewleta netewe de derketiye holê, di heman demê de wêneyê netewe dewletan e ku berpirsiyariyên xwe yên di warê afirandina şert û mercên guncav de, ên ku ji bo pêşvebirina ziman, ol û çandên cihê ku di peymanên navneteweyî de hatine destnîşankirin, bi cih neanîne. Yek ji zimanên ku para xwe ji van polîtîkayên monîst girtiye zimanê kurdî ye. Ev zihniyeta wesayet û navendîparêz a ku bi Plana Îslahata Rojhilat hewl da tirkî serdest bike bikaranîna kurdî ya  li saziyên fermî,  sûk û bazaran, qedexe kir. Ev plan hê jî li kar e.   Polîtîkayên înkar û qirkirina çandî didomin   Desthilatdariya AKP-MHP'ê ku nûnertiya polîtîkayên înkar û qirkirina çandî ya dewletê ya di 12'ê Îlonê de li Zindana Amedê ya "Tirkî Biaxive, Pir Biaxive" ye, parastina vê pergalê didomîne. TV û dersên hilbijartî bi têkoşîna bi biryar a Gelê Kurd hatın vekirin lê negihîştin armanca xwe. Ji bo çareseriyê pêwîst e ku di serî de statuya Kurdan a siyasî, civakî, çandî û aborî bi destûra bingehîn were garantîkirin û bi vê ve girêdayî di kreş, dibistana seretayî, navîn, lîse û li zanîngehan di asta akademik de weke zimanê fermî û herêmî bê qebûlkirin. Hemû çareseriyên ku bêyî van daxwazan bên bicihanîn, dê palyatîf bin û ji çareseriya koka pirsgirêkê dûr bin û ji gavên berbiçav dernakevin. Her ku têkoşîna hevpar a Kurd û gelên Kurdistanê ji bo bidestxistina van hemû mafan mezin bibe, wê pêşketin jî pêk werin.   Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê pîroz be   Gelê Kurd hemû destkeftiyên xwe yên heta niha bi vê têkoşîna civakî bi dest xistiye. Ger ji niha û pê ve ev têkoşîn mezin bibe û pêş bikeve dê ev maf bi dest bikevin.   Banga me ji bo hemû gelê me ye. Rêya herî girîng a parastin û pêşxistina ziman û çanda me ew e ku di hemû qadên jiyanê de, ziman û çanda xwe biparêzin û pêş bixin. Bi vê munasebetê em careke din dibêjin ku em ê têkoşîna xwe ya ji bo misogeriya qanûnî ya perwerdeya bi zimanê dayikê bidomînin. Em 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê pîroz dikin.