Rêvebera Enstituya Kurdî: Li dijî asîmîlasyonê em bi kurdî biaxivin! 2022-02-21 10:21:20   Şirin Çinar   AMED -Ji Rêveberiya Enstituya Kurdî ya Amedê Mîne Karakaş da zanîn kurdî di bin talûkeya asîmîlasyonê de ye û wiha got:"Divê di qada cemaweriyê de cih bigire yan na wê ber bi tunebûnê ve biçe. Em bi kurdî biaxivin û bi kurdî bijîn."   Têkildarî 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê ji Rêveberiya Enstituya Kurdî ya Amedê Mîne Karakaş da zanîn zimanê kurdî bi talûkeya asîmîlasyonê rû bi rû maye û wiha got:"Divê kurd ji bo zimanê xwe li berxwe bide."   Mineyê da zanîn ku ziman bi mirovatiyê ve girêdayîye û wiha got kesên bi zimanê xwe têkiliyê deyne dikeve ferqiya nasnameya xwe jî.    'Gelek mirov ji ber bi kurdî axivîn hatin qetilkirin'   Mineyê diyar kir ku êrişê li ser zimanê kurdî didomin û gelek saziyên ji bo ziman xizmetê didin hatin girtin û got:"Gelek tabelayên bi kurdî hatin daxistin. Kurdî di qeydan de wekî zimanê nayê zanîn hat derbaskirin. Li Stenbolê ciwanan ji ber bi kurdî stran gotin êriş li wan hatin kirin. Gelek kurd ji ber bi zimanê axivîne hatine kuştin."   'Kurdî bi talûkeya asîmîlasyonê rû bi rû ye'   Mineyê da zanîn ku divê di roja 21'ê Sibatê de mirov balê bikşîne ser têkoşîna ji bo zimanê dayikê û wiha got:"Niha têkoşîneke li dijî polîtîkayên asîmîlasyonê tê meşandin. Polîtîkayên asîmîlayonê yên li ser zimanê kurdî mixabin ketiye heta malên me. Kurdî bi talûkeya asîmîlasyonê rû bi rû ye. Ji zarokan bigirin heta ciwanan her kes bi vê talûkeyê rû bi rû ye."   'Divê her malbat mala xwe bike qada perwerdeyê'   Mineyê da zanîn ku divê kurdî ji asîmîlasyonê bê rizgarkirin û wiha got:"Dema mirov ji dayik dibe herî zêde li mala xwe bi zimanê xwe diaxive. Loma ji bo ziman bê parastina divê mirov li hundur mala xwe parastinê bike. Ji bo kurdî bijî divê ji siberojê re bê ragihandin. Gelek weşanên enstituya kurdî hene. Her wiha gelek qursên MED-DER'ê jî hene. Di vî warî de gelek komeleyên me hene lê belê têr nake. Çimkî divê gel li malên xwe li kuçe û kolanan bi zimanê xwe biaxive. Ji bo zimanê kurdî bibe zimanê fermî û perwerdeyê divê dewlet ji nava vê sîstema xwe derkeve. Loma ji gel daxwaza me ew e ku di nava xwe de li kuçeyan û bi zarokên xwe re bi kurdî biaxivin."