Hevberdevka HDK’ê: Divê gel dakevin qadan 2022-02-21 09:09:00   STENBOL - Hevseroka HDK’ê Esengul Demîr da zanîn ku krîza aborî her diçe giran dibe û bal kişand ser rexistinbûna civakî û wiha vegot: “Ya girîng ev e ku gel, yên têkoşîna azadiyê didin, gelê kurd û gelên Tirkiyeyê dakevin kolanan, qadan, daxwazên xwe bînin ziman û mafên xwe bigirin.”   Polîtîkayên şer ên desthilatdariya AKP’ê roj bi roj krîza aborî, civakî û siyasî girantir dike. Bi sala nû re ji sedî 125 ceyran, ji sedî 50 gaz hat zemkirin û serokomarê AKP’ê Tayyîp Erdogan jî li dijî bertekên tên nîşandan wiha dibêje ‘hewldana supekulatîfa muxalefetê’. Piştî zemên tên kirin bertek zêde bûn û li gelek bajaran gel daketin kolanan û banga îstîfayê li hikûmetê kir.   ‘Fature pir zêde ne’   Hevseroka  Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Esengul Demîr, der barê krîza aborî, fatureyên zêde û nêzîkatiya hikûmetê de nirxandin kir û da zanîn ku encamên krîzê van rojan zêde tê dîtin û wiha got: “Zemên mehek û nîv berê hatin kirin tevî zêdekirina mûçeyê asgarî di meha sibat û adarê de mixabin zêdetir bi bandor bike. Fatureyên gaz û ceyranê gelek zêde ne. Fatureyên tên di ser hêza dayînê ya civakê de ye.”   ‘Hewcedariyên jiyanî nayên girtin’   Esengulê daxuyakirin ku civak bi qezenca xwe tenê dikare fatureyan bidin û ev tişt bi lêv kir: “Civak nikare hewcedariyên xwe yên jiyanî bigirin. Bi qezenca xwe tenê fatureyand didin. Ji ber zema tê kirin nikarin tu tiştekî bikin. Sedema vê ne tenê enflasyon e. Bêguman bandora enflasyonê heye Lê sedema esas ev e ku sektorên wek gaz û ceyranê taybet kirine, dane fîrmayên taybet û ji ber vê fîrma ji bo valahiyên xwe bigirin, zirara xwe ji holê rabikin ev biryar hatiye girtin.”   ‘Wê rojên bi hêvî bên’   Esengulê anî ziman ku civak li dijî zemê daketiye kolanan û bertek nîşan daye, gel fatureyên ceyranê bi paceyên xwe ve daliqandin û istîfaya desthilatdariyê xwestin. Esengulê wiha berdewam kir: “Yên ewil daketin kolanan bajarên herêmê bûn. Rastiya civaka rêxistinkirî li vir derket holê. Li Tirkiyeyê bi mîlyonan kes li dijî zeman bi bertek in lê tevî ku gelê Kurdistanê di bin zextên dewletê de ye dîsa ew daketin kolanan. Ji mehên biharê şûnde wê krîz hîn bêtir giran be. Havînê wê pêvajoyek hîn bêtir kaotîk hebe. Ger ku tevgera ked, girse û gel mezin bibe wê hêvî bê afirandin.”   ‘Divê dest ji siyaseta şer berdin’   Esengulê bal kişand ser polîtîka şer ên li Tirkiyeyê tê meşandinê û bandora wê ya li ser krîza aborî: “HDK’ê li dijî polîtîka şer dem bi dem bang li gel kir ku bibin xwedî hişmend. Me digot şer bandor li ser her qada jiyanê kiriye. Ji ber polîtîkayên şer ên Tirkiyeyê zextek mezin li ser gel, kedkaran heye. Tirkiye ji bo siyaseta şer bidomîne wê nekeve pozîsyona ku daxwazên kedkaran bîne cih. Divê bi giştî dest ji siyaseta şer berdin. Lê ji bo wan a esas şerê li dijî kurdan e.”   ‘Divê maf bên girtin’   Esengulê di berdewamiyê de ev nirxandin kir: “Desthilatdarî her çiqas bertekan biçewisîne û niha bike bin kontrolê jî mixabin ev çareseriyên ji bo demekê ne. Ev krîza giran û pirsgirêkan çareser nakin. Ya girîng ev e ku gelê kurd, hemû gelên Tirkiyeyê, kedkar dakevin kolanan û daxwazên xwe bînin ziman, mafên xwe ji wan bigirin. Îstîfaya AKP’ê û çûyîna AKP’ê wê hinek civakê rehet bike. Divê li ser çareseriyên nû aliyên cuda yên civakê bên gel hev. Desthilatdariya 20 salan zextek giran a psîkolojîk li ser civakê kiriye. Em dizanin ku bi çûna AKP’ê wê pirsgirêk çareser nebin. Desthilatdariya piştî AKP’ê bê ger karker, kedkar, gel li ber çavan negire wê heman rêbaz bidome. Ji ber vê divê dînamîkên civakê bên gel hev û ev pirsgirêk wê wisa bê çareserkirin.”