'Zimanê mirov hebe hebûna mirov jî heye' 2022-02-21 09:04:56   ŞEHBA - Têkildarî 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê mamosteyên herêma Şehbayê bal kişandin ser polîtîkayên dewleta tirk ên ku li ser Efrînê tên kirin  û gotin:"Li Efrînê li ser jin û zarokan politîkayên bişaftinê pêk hatin. Ji destpêka dagirkirina Efrînê heta niha zarok bi zimanê xwe naxwînin û nanivîsin."   Di 21’ê Sibatê sala 1952’an de ji ber ku Pakistanê Zimanê Urdu li Bangladeşiyan ferz kir xwendekarên Bangladaşê ji bo fermîkirina zimanê dayikê çalakiyek li dar xistin. Di çalakiyê de li gorî hejmarên fermî di navbera 11 û 12'an de kes hatin kuştin. Piştî vê bûyerê bi salan di 1999’an de Rêxistina Perwerdeya, Zanist û Çandê (UNESCO) ya Neteweyên Yekbûyê ji bo pêşî li ber windabûna zimanan bigire, 21’ê Sibatê wekî Roja Zimanê Dayikê ragihand.  Bi minasebeta vê rojê mamosteyên dibistana Navçeya Ehdasê li ser vê rojê ji ajansa me re axivîn.   'Zimanê mirov hebe hebûna mirov jî heye'   Ji Rêveberîya Dibistana Navçeya Ehdasê Nazli Uso di destpêkê de diyar kir ku ew vê rojê li hemû cîhanê pîroz dike û wiha got:"Dema zimanê mirov hebe wê demê hebûna mirov jî heye. Ji ber ku ziman bingeha civakê ye. Her netewek zimanê wî heye û bi zimanê xwe tê naskirin lê niha li Efrînê qirkirina ziman û çandê heye. Bi taybet li ser zarokan ev tê meşandin. Ji destpêka erîşên li ser Efrînê heta vê gavê dibistan tên hedefgirtin. Lê belê em wekî mamoste û şagirtên Efrînê her tim ji bo zimanê xwe têkoşînê didin. Ji ber ku armanca dagirkeriyê ew bû ku me ji zimanê me dûr bixe. Em ji Efrînê penaber bûn hatin Şehbayê lê me dev ji zimanê xwe berneda. Di destpêkê de me zarok kom kirin û perwerde kirin. Ji ber ku em weke civaka Efrînê bi çand û zimanê xwe ve girêdayîne. Tu kes nikarî me ji zimanê me qut bike."   'Bila zimanê kurdî bibe zimanê fermî'   Nazliyê bi lêv kir ku mafê kurda ye ku wekî her gelî bi awayekî azad bi zimanê xwe biaxivin û wiha bi dawî kir:" Li hember dagirkeriyê îradeya me xurt e, mafê me jî heye em weke her gelî bi zimanê xwe bixwînin. Ji ber vê daxwaza me ew e ku di cîhanê de zimanê me bibe zimanê fermî. Li her derê cîhanê kurd hene û bi kurdî tê axaftin. Niha li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dibistanên me hene. Em bi zimanê xwe dixwînin û dinivisînîn, bi zimanê xwe difikirin. Weke mamoste li herêma Şehbayê hemû hewildanên me ew e ku li hember dagirkeriyê têkoşîna xwe mezin bikin. Ji bo em bi zimanê xwe biaxivin em li berxwe didin. Ji ber ku heta zimanê me hebe wê hebûna me jî hebe, zimanê me hebûna me ye."   'Em ê bi zimanê xwe têkoşîna xwe dewam bikin'   Mamosteya Dibistana Ehdasê Hevîn Qamber di destpêka axaftina xwe de Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê pîroz kir û wiha got:"Em weke mamosteyê zimanê kurdî, ji bo ku bikaribin zimanê kurdî di tevahiye cîhanê de bike zimanê fermî têkoşînê dikin. Di destpêka ku em ji Efrînê derketine heta niha armanca dewleta dagirker a dewleta tirk ew e ku me tune bike. Lê em li hember dagirkeriyê her ku diçe têkoşîna xwe didin meşandin. Em ê heta dawiyê jî vê têkoşîna xwe dewam bikin. Bila dewleta dagirker û çeteyên wê bizanin çiqas êrîş li ser me û zimanê me tên em ewqas zêdetir xurt dibin. Hêviya me ew e ku zimanê me di her derê cîhanê de bibe fermî. Em ê bi zimanê xwe têkoşîna xwe dewam bikin."