'Em zimanê kurdî biparêzin' 2022-02-21 09:02:25   Medya Uren   AMED - Jinan têkildarî 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê diyar kirin ku ew wekheviya ziman dixwazin û wiha gotin:"Pêwîst e hemû ziman wek hev û azad werin axaftin. Em jî weke dayikên kurd dixwazin zarokên xwe fêrî zimanê xwe bikin û bi çanda wan mezin bikin."   Xwendekarên Tevgera Ziman a Bengalî di 21'ê Sibata 1952'yan de li Paytexta Pakîstanê ya bi navê Dakkayê bertekê nîşanî ferzkirina zimanê Urdî ya ji aliyê Pakîstanê ve didin. Ji aliyê polîsên Pakîstanî ve gelek xwendekarên beşdarî çalakiyê dibin tên qetilkirin. Piştî pevçûnên bi salan hukumet di 1956'an de statuya zimanê fermî ji bo Bengalî dide.    Ji bo bibîranîna kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan UNESCO ji bo 7 hezar zimanên ku li cîhanê tên axaftin bên parastin di 21'ê Sibata 2000'î de 21'ê Sibatê wekî Roja Zimanê Dayikê ya Navneteweyî pîroz dike.    'Bi rêya ziman mirina me ferz dikin'   Cahîde Kaya ku karê dirûna cilan dike têkildarî cejna ziman wiha axivî: "Ev roja bibîranîna wekheviya zimanan û parastina wan e. Lewra di sedsala 21'emîn de ev mafê wekheviyê ji kurdan re nayê naskirin. Zimanê me tê bişaftin. Dixwazin me bê ziman û bê esil bihêlin. Zimanê me xwedî dîrokek kevnar e û ruxmê hemû êrişan heta îro hatiye. Qedexekirina zimanekî qedexekirina jiyana wê civakê ye. Ango mirin li me tê ferzkirin. Li dibistanan li her deverê ruxmê ne zimanê vî welatiye jî bi Înglîzî, Erebî û gelek zimanên din ders tên dayîn û bi awayek azad pê tê axaftin. Lê kurdî ne zimanek fermî ye, ne zimanê dibistanê û ne jî zimanê kolanê ye."   'Em zimanê kurdî biparêzin'   Cahîdeyê got divê zimanê kurdî bê parastin û wiha got: "Tirkiya min tune ye û min zimanê xwe fêrî zarokên xwe jî kiriye. Min û zarokên min jî gelek zehmetiyên ziman kişandin. Em li Amedê li bajarê kurdan dijîn lê mixabin ji ber ku kurdî ne zimanê fermî ye em nikarin nexweşiyên xwe jî bi xweşikahî ji bijîşkan re bêjin. Divê herkes bi zimanê xwe yê dayikê biaxive û zimanê xwe jî biparêze. Cejna hemû zimanan û zimanên ku di xeteriya tunebûnê de ne pîroz dikim û hêviya azadiyê dikim."   'Zimanê dayikê pîroz e'   Dilşay Adiyaman a kedkara malê ye jî bi van gotinan hestên xwe anî ziman: "Ez kurd im û bi kurdî dizanim. Ez bi kurdî bi zarokên xwe re axivîme û ew jî weke min bi zimanê xwe yê dayikê dizanin. Zimanê dayikê pîroz e, nasnameya me ye. Divê were parastin û pêşvebirin. Qedexekirina zimanê dayikê hovitî ye. Keça min dema diçû dibistanê bi tirkî nedizanî. Mamosteyên wê bang li min kirin û gotin çima hûn pê re bi kurdî axiviye, divê hûn bi tirkî biaxivîba ku niha neketiba kêmasiyan. Dibêjin ji ber hûn pê re bi kurdî axivîne hûn ketine kêmasiyê. Ma gelo tiştekî wisa dibe? Di dibistanan de bi zimanekî biyanî perwerdeyê didin zarokên me û ji paşdemayîna wan jî em berpirsyar tên dîtin!"   'Em zimanê xwe dixwazin'   Dilşayê bal kişand ser girîngiya ku ziman bibe zimanê fermî û wiha lê zêde kir:"Pêwîst e zimanê me bibe zimanê fermî yê perwerdeyê. Em zimanê xwe û çanda xwe dixwazin. Divê zimanê me neyê qedexekirin û em biçûk neyên dîtin. Encex bi wî awayî em ê bikaribin cejnekê pîroz bikin. Pêwîst e em bi xwe ji bo zimanê xwe hewil bidin. Gelek bar dikeve li ser milê dayik û malbatên me jî. Em ê zimanê xwe fêrî zarokên xwe bikin û wan bi çanda wan mezin bikin."   'Em wekheviyê dixwazin'   Çîçek Erdem a kedkara malê ye da zanîn qedexeya li ser zimanê kurdî zilm e û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ji ber ku zimanê me ne zimanekî fermî ye em di her wateyê de zehmetiyê dibînin. Jiyana me kurdan 2 qat zor dibe. Em kurd in û bi tirkî nizanin, lê zarokên me jî kurdî nizanin û bi tirkî diaxivin. Ev di nava jiyana me de nakokiyek e. Em azadiya ziman û wekheviya gelan dixwazin. Wê demê em ê bikaribin bi awayekî watedar cejnê pîroz bikin."