Nobeda Edaletê ya li Wanê di roja 70'ê de didome 2022-02-20 16:56:37     WAN - Çalakiya Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyan li Wanê dabûn destpêkirin di roja 70'ê de didome.   Çalakiya Nobeta Edaletê ku malbatan li Wanê daye destpêkirin jî kete roja 70'ê. Rêveberên MEBYA-DER’a Wanê serdana malbatên girtiyan kir.    Hevseroka MEBYA-DER’ê Hanim Kaya diyar kir ku li cem malbatan e û bang kir ku siyasetmedar Aysel Tûglûk û hemû girtiyên nexweş bên berdan. Hanim, destnîşan kir ku divê girtiyên nexweş ne di girtîgehê de li nexweşxaneyê bên dermankirin. Hanim, ji hemû beşên civakê re bang kir ku piştevaniya nobeda edaletê bikin.