Platforma Ked û Demokrasiyê: Divê zimanê kurdî bibe zimanê fermî 2022-02-20 14:23:19     AMED - Bi pêşengtiya Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê, bi minasebeta 21’ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê daxuyaniyek girseyî hate lidarxistin.   Bi pêşengtiya Platforma Ked û Demokrasiya Amedê, bi minasebeta 21’ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê li qada Şêx Seîd  ya Derê Çiyê daxuyaniyek girseyî hate lidarxistin. Ligel pêkheteyên platformê; Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Heremên Demokratîk(DBP), Partiya Karkerên Tirk (TÎP), MED-DER,  Hîqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û gelek sazî û rêxistinên sîvîl beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankartên “21’ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî pîroz be!” û “Perwerdeyo bi zimanê maye heqê heme şaran o” hate vekirin. Her wiha lolîpopên “Zimanêko azad cûyeka azad e”, “divê kurdî bibe zimanê fermî”, “Bê perwerdehî ziman nabe” hatin rakirin.    Metna daxuyaniyê bi zaravayên kurdî, kurmancî û dimilkî hate xwendin.    ‘Perwerdehiya bi zimanê zikmakî wekî mafekî bingehîn e’   Semra Bîrtane anî ziman ku di civakên ku di asta etnîkî û neteweyî de ne, zimanê di hemû têkilî û karûbarên cavakan de tê bîkaranîn, dibe zîmanê zikmakî yê wê cîvakê. Semra, wiha axivî: “Kesek ji bilî zimanê xweyî zikmakî, zimanekî din, du zîmanê din hîn bibe û pê ragihandinê bike jî, ew ziman tu car nikare bibe wekî zîmanê zikmakî. Lewma di Hevpeymana Mafên Zarokan a Neteweyê Yekbûyî de, perwerdehiya bi zimanê zikmakî wekî mafekî bingehîn ê kesan tê pejirandin û astengkirina mafê perwerdehiya bi zimanê zikmakî jî ji yek binpêkirinên mafê mirovan ên herî mezin  tê hesibandin. Mafê perwerdehiyê ku naveroka wê demokratik û laîk be, rê li ber cihêrengiya çand û zimanan veke û zanistî be watedar e. Ji bo pêşketinên civakî û aborî yê welatekî, divê derfetên ku qirnê nuh karibin bi gencîneyên çand û zimanê xwe mezin bibin, bêne avakirin. Bi vî rengî pêşvebirin û xwepêşxistina civakê pêkan e. Lewma desthilatdaran ji bo  rê li ber guherîn û pêşxistinên civakî bigirin, berên xwe dane perwedehiyê û gencîneyên çandî. Pê re jî perwerdehî û hînbûyina  ji bilî “zimanê fermî” qedexe kirine.”   ‘Qedexekirina bikaranîna zimanê zikmakî  zêdetir bandorê li zarokan dike’   Semra, diyar kir ku mafê perwedehiyê bi her aliyên  xwe pêk bê dê li ser rastiya xwe rûnê û got: “ Lewra bêyî rêgezê zanistî û hevpeymanên navneteweyî, bi qedexekirina mafê perwerdehiya bi zimanê zikmakî, parastina mafê perwerdehiyê xapandin e. Li welatê me bi taybetî zarokên zimanê wan ên zikmakî kurdî, erebî, lazî, ermenî, hemşînî, çeçenî, suryanî û hwd. ye ji zimanê xwe tê qutkirin. Di vê nîvengê de 21’ê Sîbatê Roja Zimanê Zikmakî tê pîrozkirin. Qedexekirina bikaranîna zimanê zikmakî bandorê li her kesî bike jî bêtir bandorê li ser zarokan dike. Ji aliyê zimanzaniyê, perwerdehiya zanistî, pedagojî û însanî ve girîngî û pêwistiya zimanê zikmakî ji bo zarokan dîyar e. Bêparhiştina ji vî mafî ya zarokan encamên neyînî bi xwe re tîne û bandorek jiyanî ya neyînî li zarokan dike. Di van rojan de hinek îstatîstîk di raya giştî de belav dibin, him di azmûnên giştî de him jî di testên ku behreyên akademîk dipîvin de bajarên ku kurd û ev gelên ku li jor navê wan hat bilêvkirin lê dijîn her tim di rêzên dawî de cîh digirin. Hewce ye ku raya giştî li ser van encaman hûr bibe û binirxîne. Helbet ev rewş ji ber ku bi zimanê zikmakî perwede naye dayin tê holê. Ev ne qeder e,  divê ev bê guherîn.”   ‘Bi salan e polîtîkayên bişaftinê tê meşandin’   Semra, di berdewamiya axaftina xwe de bi lêv kir ku axa Mezopotamya û Anadotoliyê di dîrokê de bûye dergûşa gelek şaristanî, ziman û çandan. Semra, got: “Lê ji ber bi salane polîtîkayên li ser zimanên zikmakî têne meşandin, axa me ber bi çolbûyine ve diçe. Xwestekên ‘perwerdehiya bi zimanê zikmakî’  ku rêgeza bîngehîn a perwerdehiya zanistiyê pêk tîne, rastî êrişên nijadperestiyê tê. Li hemberderketina fêrbûn û jiyîna zîmanê zikmakî li hemberdeketina zanistiyê ye. Bi hinceta ku ‘welatê dê parçe bibe’, li hemberderketina xwesteka bi milyonan zarokên ku perwerdehiya bi zimanê zikmakî dixwazin nayê pejirandin û wekî ‘gef’ dîtina vê xwesteka rewa jî ne rast e.”   ‘Têkoşîna me ya ji bo zimanê zikmakî wê bidome’   Semrayê, wiha dawî li axaftina xwe anî: “?Em wek Platforma Ked û Demokrasîyê ya Amedê bang li deshilatdaran dikin: Dest ji van polîtîkayên qedexekirinê û pişaftinê berdin. Him polîtîk him jî ji alîyê pedagojîkî de xwesteka me ev e ku bila perwerdehî bi zimanê zikmakî bê dayîn, her gel bila bi zimanê xwe yê dayikê perwerdehiyê bibîne. Bi çend gavên xapînok , yên ku li ser hînkirina zimanê zikmakî ne, ev pirsgirêk nayin çareserkirin. Em dibêjin tenê ne perwerdehî, di hemû xizmetên giştî : wek tendirustî, şaredarî û hwd. de jî divê rê li ber bikaranîna  zimanê dayîkê bê vekirin. Dîsa di têkiliya navbera bijîşk û nexweşan de ji ber ku zimanê zikmakî nayê bikaranîn di bilêvirina hal û wextê xwe de nexweş pirsgirêkan dijîn û ev jî dibe sedem ku pirsgirêkên tenduristiya kesan çareser nebe yan jî tedawiyên şaş bên kirin. Ev jî binpêkirina mafê mirovan bi xwe ye. Em dîsa dixwazin eşkere bikin kû bi zimanê zikmakî bicîhanîna hemû xizmetên giştî esasê têkoşîna me ye û em ê vê têkoşînê her tim mezintir bikin.”   "Hevserokê MED-DER’ê Rifat Ronî jî wiha axivî: “Gelek kurd ji bo ku doza zimanê xwe dikin tên kuştin. Bi salan in li ser zimanê kurdî polîtîkayên bişaftinê û qirkirina çandî rûbirû tê. Loma yê ku herî zêde xwedî ji zimanê derkevin gelê kurd e. Heya ku zimanê zikmakî bibe zimanê perwerdehî û zimanê zikmakî wê têkoşîna me bidome.”   Daxuyanî ligel dirûşmên “Bê ziman jiyan nabe”, Zimanê me rûmeta me ye” gerandina govend û stran û awazên kurdî bi dawî bû.